Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di daxwiyaniyeke rojnemevanî de bi boneya salvegera pêncemîn ya komelkujiya Xan Şêxon yaku dikeve roja çarê nîsanê de, tekez kir ku cihê guncaw bo rijêma Esed Dadgeha Tawanên Navdewletî ye.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku Komîteyên navdewletî û saziyên mafnasî, çesipandin ku rijêma Esed di ber vê komelkujiyê de berpisyar e, û got ku rapora navdewletî yaku Mîkanîzma Lêpirsînê ya Hevbeş amade kiriye ev yek tekez kir, û got ku rijêm di ber avêtina gaza sarînê li ser Xan Şêxonê di 4 nîsana 2017 de berpisyar e.
Û Hevbendiya Niştinamî careke dî tekezî li ser pêwîstiya kartêkerkirina madeya 21 ji biryara 2118 ya Encumena Ewlekariyê ya girêdayî bi sepandina rêşûnên pirosesa dijî rijêmê li gor werza heftan kir, û Hevbendiya Niştimanî careka dî daxwaza bicîanîna dadweriyê û dadgehkirina rijêma Esed li ser tawanên cengê yên ku dermafê gelê Sûriyê bi dirêjiya salên bûrî pêk anêne kir.
Û Hevbendiya Niştimanî hişyarî ji rizgarkirina rijêmê ji lêpirsîn û cezakirinê da, wek mafdanê bo giyanê bi sedên hezaran ji qurbaniyan, daku rijêma Esed a zordar û tawanbarên dîtir li ser bikaranîna çekên qedexekirî dijî sivîlan han nede, û ew jî çekên kîmawî bi dilekî rehet, ji ber ew dizanin ku dê ji sizayê rizgar bibin, bikar neynin.
Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku vê rijêmê çesipand ku ew rijêmeke tawankar û diktator e, di riya kiryarên xwe yên ku li ser binyata kuştin û wêrankirin û siyasetên li ser hevpeymaniya li gel rijêmên dîktator ava bûne, û di salên bûrî de ev yek eşkere bû, ji ber ku rijêmê bi sedên hezaran ji sûriyan kuştin, û îro piştgiriya êrîşkariya Rûsiya li ser gelê Okranya dike.
Tê zanîn ku hêzên rijêma Esed di 4 heyva nîsanê ya sala 2017an taxên bajarê Xan Şêxon li gundeawê Idlibê bi mûşekên ku bi gaza sarîn ya jehrî barkirî bombebaran kirin, û têde 91 sivîl hate kuştin, û hejmara birîndaran gihişte 520 kesan.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî