Îro Komcivîna Yekemîn ya Jina Sûrî li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê bi serperiştiya serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî û Cîgira Serokê Hevbendiyê û Hevrêzkara Ofîsa Jinê Ruba Hebûş birêket, û hejmarek ji jinên çalak di karûbarê giştî de beşdar bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî komcivîn vekir, tekezî li ser rola jinê di şoreşa sûrî de kir, û cextî li ser piştgiriya berfirehkirina beşdariya jinê di karûbarê giştî de nemaze di warê siyasî û rojnemevanî de kir, daku jina sûrî cihê xwe yê hêja li ser asta şoreşê û welêt de bigre.
Û beşdaran rola jina sûrî di ezmûna têkoşîna wê ya gewre yaku têde nimûneyin balkêş ji xwirtî û pabendiyê diyar kiriye bilind nirxandin, û tekezî li ser berdewamiya wan di şoreşa di rûwê zordar û stemkariyê de tevî hemû cûreyên serkutkirin û tawanê kirin.
Û beşdaran giringtirîn dozên ku rastî jina sûrî di warên siyasî û aborî û civakî de û astengiyên rastî wan tên gengeşe kirin, û tekezî li ser giringiya ku jin tevaya mafên xwe di meydana xebat û karmendiyê de bistîne kirin, ew jî di riya xweşkirina jîngeheke guncaw û handanî re, daku bi awayekî mezin û bi bandor beşdariyê bikin, û beşdariya jinê di rayedariya siyasî û civakî de xwirt bibe, daku di saziyên şoreş û opozisyonê de beşekî sereke û çalak bin, û roleke jinê ya berçav di avakirina sûriya nû de hebe.
Û beşdaran tekezî li ser misogerkirina mafên jinê yên yasayî û destûrî û piştgiriya wê bi awayekî cidî di çarçoveya şiyanên wê de kirin, û derfetê bidin jinê daku di tevaya sazî û partîyên siyasî û dezgehên civaka sivîl û rêvebiriyên xwecihî de beşdariyê bikin, her weha piştgiriya hewldanên jinê di avakirina aştî û xurtkirina rêşûnên yasayî yên navdewletî û xwecihî de bikin, daku jinê ji tundî û binpêkirinên cûrbecûr biparêzin.
Û beşdaran Desteya Jina Sûrî yaku dê di başkirina ketwarê jinê û parastina mafên wê û misogerkirina beşdariya wê di çêkirina biryarê de ragihandin, daku ew Desteya hemwelatîbûna wekhev û çalak û derfetên kar pêk bîne, û dest bi amadekirina lidarxistina komcivîna duyamîn di çarçoveyê firehkirina xeleka beşdariya jinê bikin, û li ser bihêzkirin û xurtkirina rola jinê di warê siyasî û rayedarî de lihev kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî