Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî dilxweşiya xwe da xuyakirin ji piştgiriya ku Tirkiya û Hevpeymanî didin operasyona leşkerî ya Artêşa Sûrî Ya Azad li bajarê Cerablus ê nêzî sînorê Tirkiyê, bi armanca derkirina rêxistina DAIŞê ji wê deverê.
Û Hevbendiyê tekez kir ku hebûna leşkerî ya Hevpeymaniyê demikî û sînordar e, ji bo piştgiriyê û alîkariya locistîk e, û şervanên Artêşa Azad ew in yên ku operesyonên şerên meydanî dikin.
Û Hevbendiya Niştimanî piştgiriya xwe ji Artêşa Sûrî Ya Azad re tekez kir, ya ku bi beşdariya hejmarek ji fesîleyên şervan li Helebê dest bi êrîşekê li ser bajarê Cerablisê kirine, ji bo rizgarkirina wê ji rêxistina DAIŞa terorîst, û bidûrxistina metirsiya terorê û rêxistinên hevpeyman bi rêjîmê re ji wê herêmê.
Û hin çalakvanan gotin ku Artêşa Sûrî ya Azad karîye dest deyne ser gundê Kekelcî yê 2 kîlometran dûrî Cerablusê ye, û di hejmarek ji xalên berfireh de li gundewarê bajêr pêşde çûye, û diyar kirin ku hêzên Artêşa Azad bi xurtî ber bi bajêr ve dirin.
Û bajarê Bab armanca Artêşa Azad ya tê ye, piştî destdanîna wan li ser gundê Alra’î yê Istiratîcîk berî heftiyekê, yê ku tê dîtin wek derwazê sereke yê bajêr.
Jêder : Hevbendî