Hevbendiya Niştimanîya ya Sûrî koçadawîkirina nivîskar û rojnamevanê azad “Ebdulrezaq Diyab” yê ku duh çarşemê di temenê 54 salî de li Misrê koça dawî kiriye piştî ku weke penaber xwe lê girtibû ragihand.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de got ku mirina nivîskar û rojnamevan “Diyab” ziyaneke ji bijartiyên Sûriyê yên ku di rûyê rijêma Esed de derketine re ye, ji ber ku berhemên wî tijî afirandyariya ramangîrî û şoreşgerî bûn, û bi sedan berhemên wî yên rojnamevanî hene, têde şerê stemkarî, zordarî û tawankariya rijêma Esed ji sala 2011an de heta mirina xwe dike.
Û di daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî de hat ku nivîskarê rehmetî xwediyê fîlma “Colan Hestiyê Masî ye” bû, yaku têde behsa bazar û firotina Colanê ji aliyê rijêma Esed ve û derdeseriyên derbideran dike.
Û Hevbendiya Niştimanî sersaxiyên germ bo gelê Sûriyê û xizim û dost û xwediyên nivîskarê ku koça dawî kiriye pêşkêş kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî