Komîta yasayî ya Hevbendiya Niştimanî yadeştnameyek da Wezareta karubarê derve ya Tirkiyê, têde daxwaza dadgehkirina firokvanê rijêma Bişar “Mihemed Sofihan” kir yê bi firoka xwe li nav axa Tirkiyê ketî piştî encamdana kuştaran di derheqê sivîlên Sûriyê de.
Komîta yasayî yadeştname şand ji Serokwezîrên Tirkiyê Bin Elî Yeldirim û wezîrê dadê re û ji desthilata dadweriya taybet li Tirkiyê, û serokê komîta yasayî ya Hevbendiyê Heysem Elmalih diyar kir ku rêkeftinek heye bo radestkirina tawankaran di navbera herdu dewlatan de “Sûriya û Tirkiyê”, û got: li ser binyatê vê yekê me daxwaza alîkariya dadwerî ji desthilatên dadwerî yên Tirkiyê kir ligor mada 29, movika 3 ji rêkeftinê”.
Elmalih bal kişand ku yadeştnameyê daxwaza komkirina bermayîkên firokê û amrazên tawankarî yên yên li rex firokvanî de kir, û daxwaza lêpirsînê ligel kir ji bo komkirina belgeyan û dadgehkirina wî.
Elmalih hêviyên xwe anîn ziman bi wê yekê ku ew firokvan yê radibû bi encamdana êrîşan li ser taxên nişteciyên Idlibê li roja 4 adarê, û paşî firoka wî ket li bajarê “Hatayî” li Tirkiyê bête dadgehkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî