Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tawana hovane ya li ser destê çekdarekî ji “Bizava Nûredîn Elzenkî” li bakurê Sûriyê şermezar kir û herwiha bêzariya xwe li hember wê tawanê nîşan da.
Hevbendiya Niştimanî îro di daxuyaneyekê de, berpirsyaretiya vê tawanê di serî de xist stûyê rêjîma Esed û ya Meleyan de, ya fitweyên çekdarkirin û leşkerkirinê tevî çekdakirina zarokan dedirxin, li jêr dirûşmên tayifeperistî, û Hevbendiyê hevdem tekez kir ku tawanên Rêjîmê û hevalbendên wê nabe çi demê bibin bihane bo çavgirtinê ji şaşîtî û binpêkirinên piransîpên şoreşê û sincên wê yên bilind re.
Herwiha Hevbendiyê daxwaza tevgerek navdewletî û yasayî kir ji bona rawestandina rêjîma Esed û Îranê, da dest ji leşkerkirina zarokan û tevlîkirina wan di şerê zalim de yê dijî gelê Sûriyê berdin, ku ev zarok wek çekdarekî di nav milisên “Liwayê Elqudis” de dihat bikaranîn, di şerên di navbera tabûrên şoreşê û wan de, dema hewlên rêjîma Esed û milisên “Liwayê Elqudis”, li kampa “Hindirat” ya li bakurê Helebê ya penaberên Filistînê.
Herwiha Hevbendiyê tawanên rêjîma Esed û yên dagîrkariya Rûsiya û Îranê û milisên wan şermezar kirin, bal kişand ku goman têde nîne ku tawanên wan dibin sedema bêserûberiya berfireh ya li Welat peyda bûye.
Ji aliyê xwe ve Bizava Nûredîn Elzinkî duhî daxuyaniyek derxist û têde sêdaredana kirêt ya heman zarokî şermezar kir, û got ku ew tawan “şaşîtiyek takekesî bû û derbirîna siyaseta giştî ya bizavê nake”, ya ku pabend e bi mafên mirov û bi peyman û rêkeftinên navdewletî yê taybet bi vê yekê, û herwiha bi tekistên yasa û olên esmanî.
Bizavê tekez kir ku “encamderên tawanê hatine girtin û hatine radestkirin bo komîteya lêkolînê ji bona dadgehkirina wan bi awayekî zagonî û ligor pêverên yasayî yên taybet bi vê yekê”.
Hevbendiyê cext li ser giringiya pabendbûna Bizava navhatî kir bi daxuyaniya wê ya duhî, li ser tometbarkirina çekdarên wê bi encamdana vê tawankariyê, hevdem tekez kir ku wê pêdagiriyê bike li ser standina rêşûnên yasayî li hember vê bûyerê ya ku nabe xemsarî li hember bête kirin, û herwiha ya pir pêwîst e ku hemahengî ligel aliyên yasayî yên taybetmend di hikûmeta demkî de bête encamdan ji bona gerantîkirina encamdana lêkolîneka zelal û sizakirina encamderên wê bi sizayên tund yên li gor asta vê tawanê.
Herwiha dubare Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji sercem hêzên artêşa azad kir ku bi carekî pabendiyê bi hemû yasa û peymanên navdewletî bikin, û rêşûnên cidî bigirin li hember her binpêkirin û her cûreyekî, û herwiha li dijî her riftarekî yên berovajî piransîpên şoreşê û armancên miletê Sûriyê di azadî û rûmet û dadperweriyê de rawestin.
Jêder: Hevbendî