Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ teqȋnȇn Hesekȇ șermezar kirin ȗ bi ” Karȇ Tawankar ȗ Tirorist” binav kir, sersaxȋ ji malbatȇn șehȋdan re ȗ saxlemiya lezgȋn ji birȋndaran re xwest.
Du teqȋn li Taxa Miftȋ li bajarȇ Hesekȇ di ȇvara roja ȋniya 20ȇ Avdara 2015an de ku ahengȇn welatiyan bi cejna Newrozȇ armanc kiribȗn çȇbȗbȗn, 50 kes șehȋd ȗ bȇtir ji 100 kesȋ birȋndar ketin, pirȇn wan birȋnȇn wan dijwar in, ȗ li çar nexweșxaneyan hatine belavkirin.
Hevbendiyȇ xwest ku: ” Miletȇ me li Cezȋrȇ bi Kurd, Ereb, Siryan, ȗ Așȗr, bi hev re dijȋ tirora ku dixwaze govenda șahȋyȇn newroza jiyan ȗ azadiyȇ bike șȋnȋ ȗ serșokȇn xwȋnȇ di xizmeta zordariyȇ ȗ hȇzȇn tarȋtiyȇ ȗ dijminȇ mirovahiyȇ de rawestin”.
Jȇder: Hevbendȋ