Dr. Wacîh Jum’a, serokê Encûmena Turkmenî ya Sûrî, seredana navendên Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî yên li gundewarê bakurê Helebê kir, bi amadebûna hejmarek ji endamên Hevbendiya Niştimanî, û tevî sekertêrê giştî yê encûmena parêzgeha Heleb ya azad endezyar Mihemed Celo.
Beşdaran rewşa mirovî ya li Idlib û deverên din ên rizgarkirî gengeşe kirin, û tekezî li ser pêwîstiya hevahengiyê kirin ji bo alîkarîkirina koçber û derbiderên ji ber operasyonên leşkerî yên dijwar û berdewam her ji meha nîsana borî ve reviyane.
Wan tekez kir ku rejîma Esed û sponsorên wê tawanên şer û tawanên dijemirov li dijî sivîlan li seranserê axa Sûrî pêk tînin, nemaze niha li Idlibê, û bal kişand in ku rêbaza rêjîmê ya xwînrijandinê bê sizadan derbas nabe.
Herweha beşdaran behsa paşeroja geş ya deverên rizgarbûyî kirin, û tevî giringiya bihêzkirina hikûmeta demkî ya Sûrî, û damezrandina projeyên pêşkeftinê ji bo bilindkirina asta karûbaran û bihêzkirina ewlehî û aramiyê li wir.
Wan dane zanîn ku serkeftina xebata hikûmeta Sûrî ya demkî bi pilan û nêrîna xwe ya nû dê bandorek erênî li sivîlan bike, û wê bandora karesata însanî ya li ser koçber û derbideran sivik bike, herweha nimûneyek rêveberiya medenî ya ciyawaz ji ya rejîma Esed ya gendel û zordar nîşan bide, ku ev yek dê piştevaniyeke tekûz be ji bo veguhestina siyasî li Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî