Hevrêzkarê Desteya Niştimanî bo berevaniya mafê girtî û bêseroûşnan, Yasêr Elferhan, hejmarek ji hevdîtinan ligel rêxistinên navdewletî yên têkildar bi hawarçûn û mirovahiyê li dar xistin, li kêlek karê gera 43 ya Encûmana Mafên Mirovan ya ku li Cinêvê lidar ket.
Û Elferhan giringî da rewşa mirovahî li Idlibê û gundewarê başûr rojavayê Helebê, herweha bobelata mirovahî ya bi sedema pêlên derbideriyê yên berfireh di heyvên borî de, ji ber dijminkariya Rûsiya û rêjîmê li deverê rûdaye.
Û Elferhan tekezî li ser rola rêxistinên mirovahî bo kêmkirina bobelata mirovahî kir, herweha li ser hejmara mezin ya ku vê dawiyê derbider bûne axifî, û cext li ser hewcedariyên lezgîn bo dabînkirina alîkariyên mirovahî û hawarçûnê jibo derbider û koçberan kir.
Û pilan û şêweyên ku rêxistinên navdewletî datîne bo çareseriya bobelata mirovahî li bakurê Sûriyê gengeşe kirin, û çawaniya sivkkirina barê rewşa pîs ya ku sivîl li deverê tê de dijîn, nemaze di dema wêrankirina hemû avahiyên jîndarî û bijîşkiyê de.
Û bal kişand ser giringiya salxdana rewşa Sûriyê bi rengekî rasteqîn, û şandina yadenameyên yasayî bi Netewên Yekbûyî re, da ku alîkar be di zexta navdewletî li ser Rûsiya jibo rawestandina dijminkariyê dijî sivîlên deverê.
Tê zanîn ku şandek ji Hevbendiya Niştimanî bi serokatiya Cîgirê Serok , Dîma Mosa, duh berê xwe dabû cinêvê, da ku di gera 43 ya Encûmana Mafên Mirova ya bi ser netewên yekbûyî ve beşdar bibe, ji bo ku tewanên Rûsiya û rêjîma Esed dermafê sivîlan li Sûriyê nemaze li Idlib û gundewarê Heleb dikin, berçav bikin.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî