Şanda desteya bilind ya danustandinan li Cinêv, tekezî li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê bi destxistina rûmet û azadiya xwe kir, û cext kir ku bi piranî bal tê kişandin li ser “cêbicêkirina veguhestina siyasî” ya ligor tekestên biryarên navdewletî di sercem civînên danustandinê de yên ligel NY û ligel şanderê navdewletî.
Hevdîtin bi rêka enernêtê hat pêkanîn di navbera endamên şandê û çalakvanên Xûta rojhilatê de ji aliyê navenda lêkolîn û xwendinan û bi hevkariya parêzgeha gundewarê Şamê.
Û berdevkê desteya bilind ya danustandinan Salim Elmislit got ku “em rijd in li ser guhdarîkirina lênêrîna gelê xwe li hindur û em tekez dikin ku wê çi ji aliyê me dernekeve bê razîbûna gelê me”.
Elmislit got ku lênêrîna şanda desteyê xuya ye, û tekez kir ku li pêşiyê wê veguhestina siyasî bi rêka desteyeka hikumraniya veguhêz bête pêkanîn û wê têde cihê Esed û desteka wî nebe.
Elmislit diyar kir ku şandê raportek hildaye ji NY re derbarê binpêkirinên Rijêmê yên berdewam ji rêkeftina agirbestê re li Xûta rojhilat û Berzê û Qabûn û Elwe’r û li hin navçeyên din li Sûriyê dibin.
Çalakvanan bal kişandin ser ku rola Rûsiya xuya nabe wek aliyekê gerantor, û hişyarî dan li ser hewlên Rûsiya ji bo dubarekirina heman rola li Helebê li navçeyên din, û tekezî kirin li ser giringiya yekîtiya lêvegerê, û ev yek wek tiştekî giring dîtin, û bal kişandin ku desteya bilind û derencamên kongirê Riyad bi xwe lêveger e.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî