Şanda destya siyasî ya Sûrî digel çend endamên giring yên Kongirisê Emrîkî û şandyarê taybet bo Sûriyê Cîmis Cêfrî civiya, û digel wan bobelata mirovî ya ko hate serê Idlib bi sedema operasiyonên leşkerî ko bi serpereştiya rêjîma Esed û Rûsya ye, û dawîtirîn pêşveçûnên dosya siyasî gotûbêj kirin.
Hevdîtin li hindirê bargehê kongirêsê Emrîkî li Waşinton bû, bi rêkxistinkirina revenda Sûrî li Emrîka. Endamê desteya danûstandinan û endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Dr. Bedir Camûs diyar kir ko wan daxwaz ji endamên kongirês kiriye ko fişarê bidin ser birêveberiya Emrîkî da jidil bilive bo sivîlên Sûriyê biparêze û agirbestê dabîn bike û girtî bêne berdan û alîkariyên mirovî ji derbider û koçberan re bêne pêşkêşkirin.
Şandê daxwaz ji endamên kongirêsê Emrîkî kir ko welatê wan jidil têwerdana dosya Sûrî bike û piştgiriya kêşeya miletê Sûrî bo bidestxistina azadî û rûmetê bike, li gora daxuyaniyên Camûs.
Û tekez kir ko şanda Desteya Danûstandinê bi cîbicîkirina biryarên navdewletî yên derbarê Sûriyê û daxuyaniya Cinêv û biryara 2254ê pabend e.
Û şandê civîneke digel revenda Sûrî li Emrîka pêk anî, têde serokê desteya danûstandinan Dr. Nesir Elherîrî mijara rewşa mirovî û siyasî û nerîna Desthilata Sûrî ya Demkî ji bo birêvebirina herêmên rizgarkirî pêşkêş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî