Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, tekez kir ko operasiyonên leşkerî yên li Der’a dijî sivîlan e, û ew xelekek e ji zincîreke dirêj ji tawankariyên cengê yên ko rêjîm bi alîkariya Rûsya û Îranê pêk tîne, û bêtir got ku kontrolkirina rêjîmê ji xakin nû re tiştekî ji ketwara pirosêsa siyasî ya ji bo dabînkirina veguhastina siyasî ya tekûz li welat li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê naguhere.
Di hevdîtina xwe de ya ligel şanderê navdewletî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora û encûmena mafên mirovan ya bi ser Netewên Yekgirtî ve li Cinêvê, endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Yasir Elferhan, daxwaz kir ko Netewên Yekgirtî têwerdanê jidil bike bo tawankariyên rêjîmê û zordariya wê dijî Der’a rawestîne, û sivîlan biparêze û nehêle koçber bibin.
Elferhan got ku rêjîm û hevalbendên wê ticarî jidil beşdarî di operasiyona siyasî de nekirine, û çareseriya leşkerî berdewam dikin. û bêtir got: Me ev di hemû hevdîtinên xwe de yên digel Netewên Yekgirtî û yên digel hevalên Sûriyê diyar kiriye, lê tu kesî li me guhdarî nekir.
Û daxwaz ji berpirsiyarên Netewê Yekgirtî kir ko binpêkirinên milîtanên PYD yên berdewam derheqê sivîlan de rawestîne, û tekez kir ko ne pêkan e kes karibe beraber vê qebareya binpêkirinên li Sûriyê dibin bêdeng bimîne.
Û bal kişand ser metirsiya yasaya hejmar 10 ya ko rêjîmê derxistiye, û daxwaza rawestandina wê kir, çimkî ew “Mafên mirovên ko bi kotekî derbider bûne binpê dike”, û hemû biryarên rêjîmê yên bi daxwaza Îranê derdikevin bi tundî pirotesto kirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî