Hevrêzkarê Komîteya Têkliyên Olî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ferûq Teyfûr, raporta karê Komîteyê li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di civînên xola 65emîn de pêşkêş kir, û tê de behsa kar û xebatên komîteyê di herdû heyvên bûrî de kir.
Û Teyfur li ser civîn û hevdîtinên ku di heyama dawîn de li gel şepêl û girûp û deste û komîteyên di meydana olî de li Sûriyê dixebitin li dar xistine axivî, û behsa serdana gelek sembol û kesayetên olî yên ku cihê xwe di nav qada olî ya li Tirkiyeyê de digirin her weha hejmarek ji komele û desteyên li deverên rizgarkirî kir.
Û Teyfûr şiroveyek derbarê karê Komîteyê di riya van hevdîtinan re bo avakirina pirên pêwendiyê û nêzîkkirina raman û nerînan di nav gelê Sûriyê û nûnerên wan di rayedariya şoreş û rikberiyê de, di riya ravekirina karê Hevbendiya Niştimanî ji dema damezrandinê de ta dîroka îro û asta ku piroseya siyasî gihiştiyê û kar û çalakiyên Hevbendiya Niştimanî tê de, pêşkêş kir.
Û Teyfûr diyar kir ku di hemû civînan de tekezî li ser giringiya rola Hevbendiya Niştimanî di qonaxa niha de hate kirin, li gel daxwaza pêwîstiya berdewamkirina pirosesa çaksaziyê û kêmkirina valahiyê di navbera Hevbendiya Niştimanî û civata wê ya şoreşger de, û ku divê bêhtir kartêker be di qonaxa niha de û li gorî pêdiviyên qonaxê be.
Û di civînan de, amadebûyan tekezî li ser giringiya derketina li hember ramanên sexte yên ku dûrî Îslamê û urf û adetên Sûriyê ne kir, û pêwîstiya eşkerekirina ji cîhanê û civaka navdewletî re ku ew dûrî tundrewiyê ne, û alîkariya Hevbendiya Niştimanî di vê yekê de bikin ji bo nîgarkirina wêneyê herî baş ji şoreşa Sûriyê û gelê wê re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî