Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li deverên rizgarkirî Necîb Rehmon rapora karê xwe duh di civîna Desteya Siyasî ya rolane de pêşkêş kir, û têde karê Ofîsê di bersivdana bobelata erdheja wêranker de yaku di 6ê vê Sibatê de li Tirkiye û Sûriye daye şirove kir.
Û Rehmê li ser gerên meydanî ên pêşîn yên ku ji roja yekem a erdhejê ve li deverên rizgarkirî pê rabûne da ku qebareya zirarê û pêdviyên lezgîn ji bo mirovên ziyan dîtine û rakirina kesên di bin kavlan de asê mane axivî, her weha ji bo hevrêzkariya li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî û aliyên xwecihî yên dîtir di bersivdana bobelatê de.
Û bal kişand ser ku ji katijmêrên pêşîn de bi hevrêziya li gel saziyên xwecihî û Berevaniya Sivîl zirar hatin şopandin, û name bo alî û saziyên navdewletî daku alîkariyê pêşkêş bikin di sivikirina ziyanan de û rizgarkirina qurbaniyan û kesên di bin kavlan de man hatin şandin, her weha hevrêzkariya li gel kesên rêvebiriya dergehên sînorî dikin ji bo ku tevgera derbaskirina alîkariyan dema ku dighîn ser sînor hêsan bikin.
û xemgîniya xwe ji ber bersivdayîna navdewletî ya hêdî û behaneyên ji hêla Netewên Yekbûyî û rêxistinên wê ve hatine pêşkêş kirin, anî ziman, nemaze bendewariya pejrandina rijêma Esed ku dergehên sînorî veke, û tekez kir ku ew derengmana bû sedema mirina bidehên sivîl di bin kavilan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî