Toreya Sûriyê ya Mafê Mirovan belge kiriye ko 18 kes ji Kadiroyên Bijîşkî li Sûriyê di Tebaxa 2015an de bi destê Hêzên Esed hatine kuştin. Toreyê got bombebarana berdewam ji aliyê Hêzên Esed ji 2011an ve ji Navendên Bijîşkiyê re, û amanckirin Kadiroyên Bijîşkî bi girtin û kuştinê, dide diyarkirin ko ev siyaseteke bi mebest e, û armanc jê ew e ko bêtirîn kes bêne kuştin û zehmetkêşiya birîndaran bêtir bibe.
Raportê yên qurbanî diyar kirine ew jî ev in: Bijîşkek, Dermansazek, şeş alîkarên nexweşan jinek di nav wan de heye, 8 kesên ko hawarhatinê dikin û du Kadirên bijîşkî.
Toreyê berdewam kir, Rêjîma Esed yasayên navdewletî û pirinsîbên mirovî binpê kirine û kuştar pêk anîne ko ew digihên asta kuştarên cengê bi amanckirina navend û kadirên bijîşkî, di heman çax de Daişê jî ya ko endamekî hawarhatinê ji Heyva Sor ya Sûrî kuşt, ew jî kirdeyan dikin ko digihin asta tawankariyên cengê hem operasiyonên êşkence û kuştina jiderveyî yasayê dikin.
Toreyê ji Encûmena Ewlekariyê doz kir ko berpirsiyariyên xwe yên yasayî û sincî ji bo mijara Sûriyê hilgire bi kêmanî beraber tiştê bi serê Kadiroyên Bijîşkiyê tê, û gerek li ber sûlava xwîna rojane bêdeng nemîne.
Her wiha doz li Rûsya û Çînê kir ko nema parastina Rêjîmê bikin, ew rêjîma ko guman tê de nema ku ew tawankariyên cengê û tawankariyên dijî mirovantiyê pêk tîne.
Her wiha Hevbendiya Niştimanî Sûrî doza parastina sivîlên Sûriyê kir û bi taybetî tîmên bijîşkî ji tawankariyên ko Rêjîma Esed pê radibe. Û dibîne ko ew berpirsiyariya navdewletî ye û bi hêvî ye ko çareyekê ji mijarê re bibînin, eger bixwazin ko baweriya milet bi bizava netewên yekbûyî vegere û bigihên Çareseriyeke siyasî.
Jêder: Hevbendî