Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê, doz li civaka navdewletî kir da bi pirsiyariyên xwe yên ji bo zindana Hemayê rabe, û cext li ser giringiya destêwerdanek bilez ji bo misogerkirina parastina girtiyan kir, ku îro piştî nîvro, bi sedan serbazên ewlekariya serbazî û hêzên ewlekariya rêjîmê derbasî qada girtîgehê bûn, û metirsî heye ji nêzîkbûna pêkanîna komelkujiyeke nêzîk.
Herwiha Hevbendiyê cext li ser giringiya çûna Xaça sora navdewletî kir ji bona ji nêzîk li ser rewşa girtiyan raweste, û ji bona standina pêgavên pêwîst bo garantiya parastina jiyana sercem girtiyan.
Hevbendiyê dubare piştgiriya xwe tekez kir ji helwest û pêdagiriyên girtiyan ji bona cêbicêkirina xalên rêkeftina hatî girêdan digel rêjîma Esed, ku rêjîma Esed xemsariyê dike di cêbicêkirina rêkeftinê de, ku carek din girtiyan dest bi mangirtina xwe kirin, bi armanca cêbicêkirina mercên xwe û wek pêdagiriyekê li ser mafên xwe.
Herwiha Hevbendiyê carek din cext li ser giringiya pabendiya bi raspartên “komîteya lêkolîna navdewletî ya serbixwe kir ya hatî erksipartin ji aliyê encûmena mafên mirov ya NY”, ku raspard û rênimayên xwe li 27/01/2016an derxistibû, û Hevbendiyê doza cêbicêkirina hemû bendên rêkeftinê kir bê dûrkirina çi bendekê û li bin çi hincet û behaneyekê be, hevdem tekez kir ku fayilê girtiyan wê bimîne sereketirîn karên Hevbendiyê, û herwiha wê dibin çi fişarê de wê ne cihê bazar û destjêberdanê be.
Jêder: Hevbendî