Serokê Bernameya Bersivdan Û Alîkariya Veguhestinê Li Sûriyê , yê bi piştgiriya wezareta derve ya Amerîka “Mark Word”, tekez kir ku hêzên Esed astengiyan têxin li pêşiya gihandina kerasteyên pizîşkî yên pêwîst ji navçeyên dorpêçdayî re, û bajarokê Elhola li gundewarê bakurê Humsê yek ji wan e, tevî standina muhletan ji berî niha.
Roja sêşemê û di hevdîtinekê de digel desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê re, Word şiroveyek hûr derbarê pêşketina doseya mirovî li Sûriyê pêşkêş kir, û diyar kir ku hin zehmetiyên mezin bo gihandina alîkariyan ji hin navçeyên dorpêçkirî re hene, yên ku pêwîstiya wan bi alîkariya bilez heye û sivîl têde dijîn, û di rewşek metirsîdar de dijîn, wek Dareya û Dûma li gundewarê Şamê, bi sedema qedexekirina hêzên Esed ji vê yekê re.
Hevdem Word tekez kir ku alîkariyên mirovî û yên pizîşkî tevî ava vexwarinê û alîkariyên din ji bona dabîkirina amadekirina qutabiyan bo senterên xwendinê ji bo gelek navçeyên dorpêçkirî.
Word balkişand ku niha û heta du heftiyên din amadekarî dibin bo avêtina alîkariyan ji bajarê Dêrazorê yê dorpêçkirî re bi rêka firokan.
Jêder: Hevbendî