Mihemed Qedah cêgirê serokê hevbendiya niştimanî di hevdîtina xwe de bi hin çalakvanên hindur re li bajarê Xazî Entabê, ramana pirojeyê Dewsa Piyekî û vekirina nivîsîngehan li bajarên Sûriyê pêşkêş kir,û Qedah axivî li ser ” pêwîstiya pêwendî û girêdanan di navbera Hevbendiyê û hêzên şoreşgerî di hundur de, ji ber ku Hevbendî nûnerê rewayê şoreşê ye, û divê hêzên hundur di standina biryaran de beşdar bibin, û pêwîst e binkeyekî şoreşgerî yê hevbendiyê di hundur de hebe, û lêvger be di dema standina biryarên çarenivîsî yên girêdayî bi şoreşa Sûrî ve”. û got ku” divê ew dûrbûn a çêbûyî di navbera Hevbendiyê û hundur de bête dagirtin, bi kartêkirina nivîsîgehên Hevbendiyê û belavekirina wan li ser bajarên ne di bin destê rêjîma Esed de, pêwîst e ku ew nivîsîgeh bi roleke çalak rabin û kar ber bi riya rast bikin, ne bi tenê bi roleka siyasî rabin herwiha pêwîste rola wan nivîsîngehan hebe di warên xizmetguzarî û leşkerî de jî”. Qedah dazanîn ku ” hebûna nivîsgehan di hundur de dibe rêxweşkirink bo pirosêsa standina biryaran û herwiha bilez standina wan jî, di dema ku di Hevbendiyê de nakokiyek li ser standina biryareka hestiyar hebe, dikare di riya pêwendiyan bi nivîsîngehên xwe yên di hundur de re encaman wergire”. Mihemed Xêr Elwezîr serperiştyarê dîdargeha diwemîn ya “Hundurê Sûriyê” tekez kir ku:” ev ne yekemîn pêngav e û wê nejî pêngava dawiyê be, û ev dîdargeh hat sazkirin di çarçova zincîrek ji çalakiyên pîlankirî de yên bi serperiştiya Hevbendiya Niştimanî ligel çendîn serkiredeyên meydanî di tevgera Sivîl ya Sûrî de”, herwiha got ku:” di dema pirosêsa rêxistina dîdargehê de me beşdar li ser 3 tîman dabeş kirin, û me pêwîstiya gengeşekirina babetên girêdayî bi rewşa niha ya Sûriya ve li ber çav girt, bi armanca piştgiriya biryara hevpar di karê siyasî û yê sivîl de, ji ber ku standina biryaran bê pişkdariya cemawer û serkirdeyên meydanî, pêngavek xirabe û nerênî ye bo dewlata dad û yasayê ya miletê sûrî ji boyî wê dest bi şoreş kiriye”. Herwiha li ser pirsyarên hin çalakvan û serkirdeyên meydanî û rexneyên wan li Hevbendiyê li ser derngiya gengeşekirina van babetên hestyar Elwezîr got ku:” em nabêjin ku em di vê pêngavê de derng neketine, lê em derng bigihin baştir e ku em negihin, herwiha ku Hevbendî beşek e ji vê tevgera siyasî ya sivîl, û ne bi tenê ew heye, ku berpirsyarî li ser milê me teva ye û ne li ser aliyekî bitenê ye, û amadebûna me îro li vir, ne ji bona poşmaniyê li ser pêşerojê ye, belê ji bona avakirina paşerojê ye bi hevrêziya tevaya lawên sûriyayê, ji ber ku rewşa welat dîtir nema bendewariyê dipejirîne”.
Jêder : Hevbendî