Penaberekî Filistînî li kampa “Yermûk” li başûrê Şama peytext ji aliyê hêzên rijêmê ve bi sedema nerazîbûna wî ji kiryarên “Te’ifîş” ên dizîna malên kampê li ser destê serbazên rijêmê hat kuştin.
Hin medyayên xwecihî diyar kirin ku penaberê Filistînî “Salih Allwe” bi xwîneke sar bi guleyên hêzên rijêmê hat kuştin , bi sedema nerazîbûna wî ji talankirina mala wî ji aliyê hêzên rijêmê ve, dema çavdêriya mala xwe ya li taxa Eli’rûba li kampa Yermûk dikir.
Di wêneyên li ser malperên Internetê hatine belavkirin, kiryarên dizîn û talankirina mal û dikanên kampa Yermûk li herdu taxên Eltedamun û Elhecereleswed piştî koçberkirina penaberên wê li ser destê serbazên rijêmê û çeteyên Îranê diyar dikin.
Herwiha berê du heftiyan zarokek bi navê “Mehmûd Elbekir” ji taxa Eli’rûba bi destê hêzên rijêmê hat kuştin, dema çavdêriya mala xwe dikir û nerazîbûna xwe li ser dizîn û talankirina mala xwe diyar kir, herwiha du ciwanên din yên nişteciyên Yermûk ji aliyê hêzên rijêmê ve hatin kuştin dema sardana mala xwe dikirin.”
Girûpa Kar Ji Bo Filistîniyên Li Sûriyê” roja sêşemê ragihandibû ku hejmara qurbaniyên Filistînî li Sûriyê bilind bûye piştî oparesyonên leşkerî yên hêzên rijêma Esed li ser kampa Yermûk.
Û girûpa navhatî bal kişandiye ku 3766 penaber hatine kuştin, 477 jin di nav wan de hene, ji destpêka oparesyonan ve, û 32 penaberên Filistînî li heyva borî hatine kuştin.
Girûpê daye zanîn ku sedema mirinê vedigere encamên bombebaran û şer û girtin û binçavkirin û kiryarên eşkencedanê yên di hindur girtîgihan rijêma Esed de pêk tên, û kamp tê bombebarankirin û dorpêçkirin ji aliyê hêzên rijêmê bi beşdariya hevalbenda xwe ya Rûsiya ji bo valekirina kampê û koçberkirina xelkê wê yên mayî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî