Hêzên rijêmê û Rusya bombebarana deverên sivîlan li derdora bajarê Idlibê berdewam kir, û ev yek jî bû sedema şehîdbûna hejmarek ji sivîlan û birîndarbûna hejmarek dîtir li gor ku Berevaniya Sivîl a Sûrî û çalakvanan gotiye.
Û Berevaniya Sivîl a Sûrî diyar kir ku sê sivîl di bombebarana de îro de hatin kuştin, mêrek û jina wî û lawikê wan, û şeş kes jî birîndar bûn, jinek di nav wan de hebû, û her sê sivîlên hatine kuştin di bombebarana roja şemiya bûrî de bûn, ya ku têde rêya di navbera bajarê Idlibê û Eyn Şîb de li bakurê Sûriyê hatiye armanckirin.
Û Berevaniya Sivîl got ku tîmeke hewarûnê û birênpêçên li wî cihî rastî êrîşeke asîmanî ya dutaq di dema rizgarkirina birîndaran de hatin.
Û gotin ku tîmên rizgarkirinê jinek di nav kavilan de asê mabû rizgar kir, û termê du kuştiyan derxistin, û hejmarek ji birîndaran veguhastin xestexaneyê.
Û çalakvanan anîn ziman ku hêzên rijêmê bajarokên Elbara û Kinsefra li başûrê Idlibê bombebaran kirin, û erebeyeke sivîl li gundê Kemaya rojavayê Idlibê armanc kir, di encamê de zarokek birîndar bû.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku tawanên ku Rusya û hêzên rijêmê dermafê sivîlan pêk tînin, tawanên cengê ne, û daxwaza liveke navdewletî û karekî komî ji bo vegeranfina mafên qurbaniyan û sizakirina binpêkeran û tawankarên cengê li Sûriyê kir, piştî doseyeke berfireh bêhtir ji 12salan ve dirêj kiriye ji tawanên rijêma Esed û Rusya û milîsên Îranî dermafê gelê Sûriyê.
Û cext kir ku xemsariya navdewletî derbarê dadpirsîn û dadgehkirinê û pêkanîna veguhastina siyasî li Sûriyê li gorî biryara 2254, nayê pejrandin, ji ber ku rijêma Esed wê weke çireyeke kesik ji xwe û hevalbendên xwe re dixwînin, da ku bêhtir komkujî û tawanan pêk bînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî