Wezîra Perwerde û Fêrkirinê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, Hude Elebsî, diyar kir, ku dibistan û amojgeh û zanîngehên li deverên rizgarkirî, dest bi sîstema hînkrina ji dûr de kirin, ew jî li gorî arasteyên Wezareta Tendurustî, û biryara Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Ebdilrihman Mustefa bû, yaku di çarçoveya pabendiyê bi temîniyên tendurustî û karûbarên xweparastinê û nehêlana belavbûna Vîrosa Korona de tê.
Û Elebsî got ku wezaretê raspardin daye rêvebirên perwerdeyî û rêvebirên amojgehan û serokên zanîngehan li tevaya deverên rizgarkirî, daku ji fêrbûna poleyan veguhêzin fêrbûna ji dûr de, û bi tedbîrên guncaw yên ku dikarin sûdê li xwendekaran bikin rabin.
Û bal kişand ku rêvebirên dibistanan odeyên pola li ser telêfona mobaylê çêkirin, û dibe di her odeyekê de rêvebir û çavdêr û mamoste hebin, tevî xwediyên xwendekaran jî, û got ku mamoste waneyên xwe tomar dikin, û dûvre di demekê de ku berê bi xwediyên xwendekaran re li ser lihevkirine ji odeyan re dişînin, piştî wê mamoste bersiva pirsên xwendekaran dide û mijarên ku zelaliyê dixwazin şirove dike.
Û derbarê zanîngehan de, Wezîra Perwerde û Fêrkirinê bal kişand ku, mamosteyan di riya pirogramên li ser mobaylan an di riya entirnêtê re gotarên xwe tomar kirin û bi xwendekaran re parvekirin.
Û eşkere kir ku li vê dawiyê li ser dibistana dîjîtel li hevkirin, daku sûdê ji kasêtên fêrkirinê yên tomarkirî bibînin, û li ser tilfizyona Heleb Elyom belavbikin, daku xwendekar karibin temaşe bikin û sûdê jê werbigrin û xwendina xwe bidomînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî