Hişam Merwe endamê komîta yasayî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî tekez kir ko Hevbendî ji bo her destpêşxeriyê amade ye” eger rêtina xwînê li Sûriyê birawestîne û nûnerîtiya gelê Sûrî bike” bi mercê ku ew destpêşxerî ” Esed careke din vejîn neke ”.
Ev daxuyaniya Elmerwe hat piştî ko Rojnameya Elweten ya Sûrî ya dilxwaza Rêjîmê, planeke Rûsî diyar kir ji bo gotûbêjeke Sûrî-Sûrî li Mosko, ji bil Şandeya Rêjîmê wê kesayetiyên opozisyonê jî tê de amade bibin û yê pêşî Serokê Hevbendiyê yê berê Ehmed Mu´az Elxetîb”, yê ko hefteya buhûrî roja Înê bi vexwendinekê ji wezareta derve ya Rûsî serdana Mosko kir. Çend civîn digel mezintirîn berpirsiyarên Wezareta Karûbarê Derve ya Rûsî kirin.
Elmerwe dît ko plana rojnameya Rûsî belav kiriye, tenê “lîskeke siyasî “ye û pêzanînên berê gihane Hevbendiyê dibêjin ko Mosko dixwaze dîsa rewaya Esed vegerîne bi birçîkirin û tirs û dorpêçkirinên ko rêjîm li dor gund û bajarên Sûriyê datîne, bi evê yekê jî fişarê li opozisyonê dike da kêmaniyan jê re bikin di riya lihevhatinên parastina sivîl û zarokan.”
Merwe bêtir got: “Berpirsên Rûs kesê ko ji wan re projeyê wan yê vejîna Esed misoger bike û ne destjêberdana wî dixwazin, û Şêx Elxetîb ew hevrikekî payedar e , û dixwaze tundûtûjiyê rawestîne û rikberên sûrî tevde bi vê pirinsîbê re ne, tev de dixwazin rijandina xwînê raweste, û Xetîb li ser mana Esed di desthilatê de ne axivîye, lê belê ew sûr bû li ser çûna wî , avakirina serperiştiyeke siyasî ya nû ku bi derve ve nevgirêdayî be. ”
Û bal kêşand ser ko “Rûs dest ji Rêjîma Esed bernadin, tenê dibe ko dest ji kesekî berdin, dibe ew kes serê Rêjîmê be jî û bazaran li ser bikin. ” û li ser evê bingehê got ko : mebesta hewldana Rêjîmê ji propagendaya ji pêşxeriya Rûsî re, em wê dixin çarçoveya “dava siyasî de,çimkî ew dixwazin ji raya giştî re bidine xuya kirin ko ew ji bo pêşxeriyeke siyasî kar dikin”.
Hevbendî + Elşerq Elewset