Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê bi erênî pêşwazî li raporta duhî ya Rêxistina ” Hiyûmen Rayits Wotiş” kir, ya têde hatiye “ku belgeyên xurt hene li ser bikaranîna hêzên Esed ji keresteyên kêmyawî re di çendîn êrîşan de bi bermîlên teqîner li ser parêzgeha Idlibê di navbera 16-31ê adara 2015an”.
Dîsa di raportê de hatiye ku ” karmendên bihawarçûna Sûriyan agahî dane li ser ku ziyan gihaye nekêmtir ji 206 kesan bi sedema wan êrîşan ku 20 ji wan karmendên bergiriya Sivîl in”, herwiha têde amaje bi êrîşekê bûye ku bûye “sedema kuştina 6 sivîlan ku sê ji wan zarok bûn”, û Rêxistinê daye xuyakirin ku di van êrîşan de rêkeftina qedexekirina çekên kêmyawî û herwiha biryarên Encûmena asayîşê ya Netewên Yekgirtî hatine binpêkirin.
Xalid Xoca; Serokê Hevbendiya Niştimanî got : ” binpêkirina rêjîma Esed ji biryara dawiyê ya Encûmena Asayîşê re ya pêwendîdar bi pirotistokirina bikaranîna gazên jehrdar li Sûriyê, ku ev binpêkirin ji aliyê Rêxistina Hiyûmen Rayits Wotiş û herwiha ji aliyê çendîn rêxistinên mafnas û ji aliyê çalakvanên medyakar û rojnamevan û mafnasan hatiye dîkomentkirin; ku ev binpêkirin dide xuyakirin pêkenîn û henekpêkirina rêjîma Esed bi yasa û rêkeftinên navdewletî”.
Xoca cext li ser wê yekê kir ku pêwîste persivdanek vebir ji aliyê Encûmena Asayîşê bête dan li ser van tawankariyan û li jêr benda heftan ya ku biryara 2209 têkist li ser kiriye”, herwiha “berpirsyaretiya zagonî ya parastina Sivîlan xiste stûyê Encûmena Asayîşê, tevlî erkê parastina asayîş û ewlehiya navdewletî, û kar kirin ji bo rê bêne girtin li pêşiya ketina qurbaniyên zêdetir ji egerê berdewambûna oparisyonên esmanî yên rêjîma Esed li ser sivîlan”.
Serokê Hevbendiyê; balkişand li ser ku ” berdewamiya rêjîmê li ser piyadekirina kiryarên kuştin û komelkujiyan berê welat dide berbi rewşa gêre û yasanemanê ya dibe egera geşkirina rêxstinên tundrew, lewra ji dewletên dost tê xwestin piştgirîkirina Artêşa Azad bi çekên cureyî bo parastina sivîlan û dabînkirina seqamgeriyê li Sûriyê “.
Herwiha Xoca tekezî kir li ser ku erk e li ser milê endamên Encûmena Asayîşa Navdewletî “aktîvkirin û pêşxistina biryarên pêwendîdar bi awayekî bilez bo astê misogerkirina parastina Sivîlan; lewra pêwîste navçeyên tenah di bakur û bareşê Sûriyê de bêne sepandin bo parastina Sivîlan ji gaz û bermîlên rêjîma Esed”, di heman demê de Xoca daxwaza raguhestina fayilê binpêkirinên rêjîma Esed bo dadgehên tawanên navdewletî kir”.
Jêder: Hevbendî