Herdû Rêxistinan, ya Human Rights Watch û ya Lêborînê ya Navdewletî, îro, dewletên endam di Netewên Yekbûyî de han dan ser avakirina desteyeke navdewletî ya serbixwe, ji bo şopandin û destnîşankirina nasnameya kesên ku bi kotekî ji destpêka şoreşa Sûriyê de di sala 2011an de winda û binçav bûne.
Û Human Rights Watch û Rêxistina Lêborînê, gotin: “Ji dewletên endam tê xwestin ku hemû bizavên tên xwestin bikin, ji bo zûavakirina desteyeke navdewletî ya nû, ya li gorî temîniyên Emîndarê Giştî be, di riya karê di Komeleya Giştî re.”
Û Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî António Guterres, mîkanîzmeke nû di riya raporeke hûrgilî de pêşniyar kiribû, û ew pêşniyar di heyva tebaxê di sala 2022an de weşandibû, û derbarê çawaniya xurtkirina bizavan bû, daku doza bihezarên girtî û binçavkiriyan çareser bikin, û piştgiriyê bo malbatên wan pêşkêş bikin.
Û rapora hevbeş rijêma Esed di ber bêhtirê binçavkirinên kotekî de yên ku bi gelemperî di dema binçavkirinê de mirine an derveyî dadgeriyê bidarve bûne berpisyar dît.
Û komên ku nûnertiya malbatên girtiyên berê û civaka sivîl ya Sûrî û rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan berê daxwaza mîkanîzmayeke serbixwe ya kartêker kiribûn, ji bo lêkolînkirina bihezaran bûyerên windabûnê.
Û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de amaje bi wê yekê kir ku 154 hezar û 398 kes hîn li Sûriyê girtî ne, rewşa 111 hezar û 907 kesan ji wan bûye wendabûna kotekî, heta heyva tebaxa 2022an.
Û Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Hevrêzkara Komîsyona Niştimanî ya Sûrê ya Karûbarên Girtî û Windayan Salwa Aksoy, dît ku avakirina mîkanîzmayeke navdewletî ya serbixwe ji bo eşkerekirina çarenivîsa kesên ku bi darê zorê di zîndanên rijêma Esed de binçavkirî û winda bûne gaveke baş e, lê wê xwest ku mîkanîzm daxwazên xelkê û malbatên girtiyan pêk bîne.
Û Aksoy got ku Hevbendiya Niştimanî piştgiriya bizavên hemû aliyên ku dixwazin girtiyan azad bikin û çarenivîsa windayan li navendên binçavkirinê yên rijêma Esed eşkere bikin û bi xurtî ji bo azadkirina wan dixebitin dike, û bal kişand ser pêwîstiya ku ev mîkanîzma garantî be ji bo serbestberdana girtiyan û rawestandina siyaseta binçavkirin û windakirina kotekî, her weha ji bo dadpirsîna kesên berpirs di ber operasyonên girtin û îşkencekirin û kuştina di zîndanan de.
Û Aksoy daxwaza pêwîstiya ku bi awayekî cidî guhdarê vê dosyayê bin kir, û li gorî biryarên navdewletî yên têkildarî mijara Sûriyê û di serî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254’an çareser bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî