Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarên Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selîm Idrîs, tekez kir ku desthilatên libnanê tevî hemû bangawazên saziyên mafên mirovan bo rawestandina operasyonên dersînorkirina sûriyên li Libnanê, di binpêkirina yasaya navdewletî de ya girêdayî pirensîpa venegerandina kotekî de berdewam e, ya ku rê nade dewletan ku çi kesî bi kotekî vegerîne welatekî dibe ku têde rastî çewsandinê were.
Û Idrîs di daxwiyaniyên taybet de îro got ku radestkirina çi rikberê Sûrî yê di zindanên Libnanê de bo rijêma Beşar Esed, tê wateya şandina wî berve girtîgehên rijêmê an têvedana wî berve qesabxaneyan.
Û Idrîs got ku hêzên rijêma Esed û amûrên ewlekarî yên bi ser rijêmê ve, penaberên ji rêzê yên ku di şoreşê de beşdar nebûne û tenê ji ber topbaran û mûşekan reviyane digire û binçav dike, ma gelo dê çarenivîsa rikberên rijêmê yên li Libnanê ji ber helwestên xwe yên siyasî ve girtî ne dê çawa be?
Û parêzerê Libnanî Tariq Şinib diyar kir ku niyeta desthilatên Libnanê heye ku rikberên Esed yên di zîndanên xwe de piştî salan ji zîndankirina wan ji ber helwestên wan ên siyasî ve radestî rijêmê bike.
Û Şeneb bal kişand ser ku wî name û bangewazî ji komele û saziyên yasayî yên xwecihî û navdewletî wergirtine, têde daxwaza desttêwerdanê kirine bo rawestandina dersînorkirina heşt sûriyên li bal desthilatên Libnanê zindankirî ne û hin ji wan ev in: Mihemed Mesûd Hemod, yê ku tevî malbata xwe ji destpêka bûyeran de li Libnanê ye, Salih Elsimir Efserê bi pileya raid e û ji desthilata Esed perçe bûye, Mihemed Elcemel rikber e û ji hêla rijêmê ve tê xwestin, Elai Eldîn Yasîn sivîl e û rikberê rijêmê ye û yadnameyên girtinê dermafê wî hene.
Û berî bi demekê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî binpêkirinên berdewam ji aliyê hikûmeta Libnanê ve li dijî penaberên Sûrî şermezar kiribûn, ji ber ku bûyerên girtin û dersînorkirina kotekî berve deverên di bin kontrola rijêma Esed de dubare dibin, bêyî ti pabendiya bi mafên penaberan ên ku li ser asta navdewletî naskirî ne, û bi xemsarî li metirsiya ku ew penaber tûşî bibin dema vegerin Sûriyê dinêrin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî