Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nexem Elxadirî “êrîşên tiroristî yên berdewam ji hêla Rêjîmê û Çeteyên li kêlaka wê li dijî Sivîlan bikar tên perotesto kirin”. Hişyarî da li ser “mezinbûna bobelata mirovî li deverê” . Û “barê pirsiyariyê da ser milê Rêkxistinên Navdewletî di parastina Sivîlan de”.
Elxadirî got ko Rêjîma Esed û Çeteyên bi ser wê ve operasiyoneke asmanî ya tolhildanê li dijî Sivîlan li Der’a û Gundewarê wê û li Gundewarê Şamê bikar tînin.
Ew yek jî karvedanek li ser kontrolkirina Şoreşgeran ji bajarê Busra Elşam re ye, û pêşveçûna wan li Bajarê Idlib û Herêma Elqelemûn bi ferman û plankirina Rêjîma Îranê da bibe bersivdanek ji derbeyên ko li Yemenê li Hûsiyan ket di operasiyona”Asifet Elhezim”de.
Elxadirî tekez kir ko hêzên Esed operasiyonên tawankarî di derheqê miletê Sûrî de dike.
Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî da xuyakirin ko raport dibêjin ku bidehên Sivîlan hin şehîd û hin birîndar bûne, piştî bombebarana hêzên Esed bi ser Taxa Der’a Elbeled li bajarê Der’adoh pêk anî.
Toreyên Mirovî navê 24 Şehîdan ji nav wan 3 Zarok û Jinek belge kirine. Her wiha Firokên Perwane yên Rêjîmê li dora 20 Bermîlên Teqîner bi ser çend Gund û Bajarokên Gundewarê Dera berdane.
Di encamê de hejmara Pakrewan û Birîndaran bêtir bû, ji ber wê jî gelek Nexweşxaneyên Meydanî ragihandin ko ew nema dikarin bêtir Birîndaran bihewînin çimkî cih li wan nîn e û ne dikarin çareseriya pêdivî ji Birîndaran re bikin.
Her wiha Rêjîmê bi firokên cengê Kuştarek li Heresta Elqentera li Herêma Merc li Xûta Rojhilat pêk anî, Mizgeftek bi derketina Nimêjkeran re bombebaran kir û di encamê de bêtir ji bîst kesan bûne qurbanî.
Her wiha Firokên Perwane yên Rêjîmê bêtir ji 30 Bermîlên Teqîner li Bajarê Zebedanî de li Herêma Qelemûnê di sê rojên buhirî de bi ser Sivîlan de berdane.
Jêder: Hevbendî