Ednan Rehmûn, endamê Desteya Siyasî Ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî, dît ku rêjîma Îranî di çêkirina guhertina dîmoxrafî li deverên Sûriyê, bicihanîna operasyonên koçberkirinê bi pîlangeriya bi rêjîma Esed re an jî bi razîbûnek tekûz ji aliyê wê berdewam e. Ev gotinên Rehmûn hatin wek bersivekê li ser operasyona dawî, ya Îranê serpereştiya wê kir, û têde 250 kes ji xelkê Medaya ya dorpêçkirî ji aliyê milîşyayên Hizbullaha terrorist û nandozên wan û hêzên rêjîma Esed hatin koçberkirin.
Rehmûn nîşan da ku rêjîma Esed ya ku – bi derewan behsa serweriyê dike – hişt rêjîma Îranî û paş re ya Rûsî zal bibe li ser beşê ku ew ji Sûriyê kontrol dike, tevlî ku hiştiye nandozên taîfeperest û milîşên Hizbullah ya terrorist, yên ku berî çend rojan ala rêjîmê ji ser rêbenda”Ebdulhemîd ” peya kirin û ala xwe li şûna wê hildan, li ber çavê efserên Rêjîmê bêyî deng ji wan derkeve mîna miriyan.
Û rehmûn helwesta Hevbendiyê nû kir derbarê redkirina wê ji her cûreyê koçberkirin û valakirinê ji xelkê re, ji mal û deverên wan, di heman demê de daxwaz ji Encumana Ewlekariyê û hêzên navdewletî yên di Girûpa Kar de kir, ku fişaran li ser Rêjîmê û hevalbendên wê bikin, ji bo dorpêçê ji ser deverên dorpêçkirî rakin, û alîkariyên hawarçûnê û yên pizîşkî ji wan re derbas bikin, û sivîlan wek giraw bikar neynin ji bo pêkanîna armancên siyasî:
Jêder: Hevbendî