Operasiyona tund ya ko Pasdarên Şoreşger yên Îranî û Çeteyên Hizbullaha tirorist serpereştiya wê dikin dijî Şoreşgeran li Parêzgeha Der’a ya ji 14 rojan ve berdewam e, bê ko tu pêşketinê li yek aniyê ta niha bidest bixin. Di heman çaxî de jî Rêjîm bi cengeke qirkirinê li dijî Dûma li Xûta Rojhilatî Şamê rabûye.
Serpereştê leşkerî û nûnerê Desteya Erkan yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Ehmed Elcibawî ji Horanê tekez kir ko Qasim Silêmanî û kesayetiya leşkerî a yekem di çeteyên Hizbullaha tirorist de Mistefa Bedir, nuha ew Serpereştiya cengê dikin, û operasiyon li ser Sêgoşeya Gundewarê Der’a yê Rojava û Gundewarê Şamê yê Rojava û Gundewarê Qunêtira ye.
Elcibawî tekez kir ko Şoreşgeran gelek leşkerên Pasdarên Şoreşger yên Îranî û Çeteyên Hizbulla tirorist hêsîr kirine. Herwiha tekez kir ko Serpereştekî leşkerî yê mezin yê pasdarên Şoreşger di nav hêsîran de ye, û da xuyakirin ko Şoreşger li hemû aniya xweragir in.
Mihemed Qeddah endamê Desteya Siyasî û Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî yê berê got: Îran parek ji xaka Sûriyê dagîr kiriye û bi hezaran hêzên wê yên leşkerî li hemû aniyên şer hene, ew dibîne ko ev binpêkirina yasaya Navdewletî dike.
Elqeddah da xuyakirin ko amanca operasiyonê ne tenê kuştin û wêrankirine ya ko Esed herdem dike , belê Îro Îran û Çeteyên Hizbullah dixwazin Herêmekê mîna Başûrê Libnanê û li gor wê pêkhateya milî, û di bin dirûşma liberxwedanê pêk bînin.
Elqeddah bêtir got: Îran û Esed herêma Başûr bijartin da ezmûneya Çeteyine nû “Hizbullaha Sûriyê” aktîv bikin, çimkî sînor giringiyeke wî heye digel Colana dagîrkirî, herwiha dixwazin Herêmeke Leşkerî-Siyasî di ewê Cografiyê de pêk bînin. Bi behaneya ko liberxwedana Dagîrkerên Sehyûnî dikin, bi ewê jî dijayetiya Gelê Sûriyê bi Israyîl re delîve gigirin. Da amancine istiratîcî cîbicî bikin, ko xizmeta Rêjîma Esed û siyaseta Îran li Rojhilata Navîn bikin.
Elqeddah destnîşan kir ko Rêjîma Esed û Îran dixwazin Herêmekê veqetandinê li ser sînorê Colana dagîrbûyî çê bikin û hem firakisyoneke leşkerî siyasî ava bikin ko bi rola “Artêşa Lehid ”ya li başûrê Libnanê rabe û di pey wê re Hizbullah da parastina sînorê Israyîl bike. Ev plana Tewera Sexte ko “Tewera liberxwedan û nehêlanê” ew xelata dilxwaziya nû ye û faktereke ko Esed di Desthilatiyê de bimîne.
Herwiha tevgera Îranî bi amanca parastina Esed ji Şoreşgerên Horan bike. Ji nav şerê beraber wan ya bi navkirî wek Cenga şikestina Pencan ko hatiye ragihandin.
Endamê Desteya Siyasî ya nuha bal kêşand ser ko ew firakisyona leşkerî-siyasî ya ko hizir dike armancên wê dê rola Îran li Rojhilata Navîn xurt bike û bibe hevbeşa Emerîka û dewletên mezin da ewlekariya herêmî ya Rojhilatê biparêze bi alîkariya Dagîrkerên Israyîlî û di encamê de Şoreşa Sûriyê ji rêka avakirina dîmuqratî dagerîne û nûnerîtiya wê ya leşkerî têk bibe û ji naveroka wê ya siyasî vala bike.
Jêder: Hevbendî