îro Li Istanbulê demjimêr 10ê sibehan çalakiyên workshopa ramangîrî ya ko Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê li jêr navûnîşanê “workshopa pêvajoyên Şoreşê û encamên wê ” wê birêxistin dike, dest pê kir
Rûniştina sibehê ya workshopa ko sibe karê xwe bidawî dike, bi serpereştiya Dr. Hazim Nehar dest pê kir, û gengeşe li ser tewera yekem ew bû “rewşa Şoreşê, bingehên wê, texmîn û hizir û fakterên ko hiştin Şoreş çê bibe”, û Têwerdankirina serekî ya endamê Hevbendiya Niştimanî Mîşêl Kîlo bû, her weha Ehmed Berqawî, Mutîh Elbûteyn, Kibriya Elsa’ûr, Ratib Şabo, Fayiz Sara, Hafiz Qerqût û Ehmed Remedan jî di gotûbêjiyê de beşdar bûn
Rûniştina duyem bi serpereştiya birêz Kibriya Elsaûr bû, û mamoste Fayiz Sara “dîtinek li ser xwezaya Şoreşa aştiyane û nerîn û armancên wê” pêşkêş kir, û di gotûbêjiyê de Xada Hemdûn, Ebdullah Tirkumanî, Mutîh Elbûteyn, Necla Elşêx, Hafiz Qerqût, Ehmed Berqawî, Ratib Şabo, û Îqab Yihya beşdar bûn.
Rûniştina sêyem bi serpereştiya mamoste Ehmed Remedan bû, û babeta wê “el’eskere, leşkerîbûn” bû, tê de mamoste Heysem Rehme şiroveyeke fireh bo babetê pêşkêş kir, û mamoste Mîşêl Kîlo û Zekerya Mele hefcî û Semîra Mûbeyid û Semah Hedaya û Eymen Ebû Haşim beşdar bûn
Tewerê duyem dê li ser “Pêvajo û pirsgirêkan” be, û rûniştin wê birêveberiya Dr Ehmed Berqawî be, û têwerdankirina serekî Dr. Hazim Nehar bi navûnêşanê”Opozisyona siyasî di destpêka Şoreşê de” wê pêşkêş bike,û Gotûbêj di tewerê sêyem de wê li ser “Opozisyona siyasî” be, birêvebira rûniştinê wê birêz ”Semîra Mibeyid ” be, û tê de Dr Ebdulbasit Seyda li ser Encûmena Niştimanî ya Sûrî dê biaxive, û mamoste Ehmed Remedan wê li ser Hevbendî û dezgehên wê biaxive.
Jêder: Hevbendî