Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Piştî ko Rêjîmê cîbicîkirina peymana bi girtiyên zindana navendî ya Hemayê re pêk nanî, Girtî neçar man careke din mangirtinê bikin dako mercên wan cîbicî bibin û dev ji mafê xwe bernadin yên ko Rêjîm di cîbicîkirina wan de xwe giran dike. Hevbendî dubare piştgiriya helwesta Girtiyan û sûrbûna wan li ser cîbicîkirina hemû bendên peymanê tekez kir.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, doz li civaka navdewletî kir da bi pirsiyariyên xwe yên ji bo zindana Hemayê pabend be, û giring e bilez têwerdanê bike ji bo garantî be dako peyman cîbicî bibe û komîta navdewletî ya xaça sor bişîne da li ser mijaran amade be û pêngavên giring bavêje da saxî û silametiya hemû Girtiyan garantî bike û derfetê nede rêjîmê dako ziyanê neke.
Hevbendî dibêje ku giring e bi daxwazên Komîta navdewletî ya serbixwe ya bi ser Encûmena mafê mirovan ve ya Newtewên Yekbûyî bikin, ya ko daxwazên xwe di 27ê kanûna duyem 2016an derxistibûn giring e hemû bendên wê cîbicî bibin.
Dosya Girtiyan ji pêşindeyên Hevbendiyê ne û bi çi behaneyê be jî danûstandin û bazar têde nabe.
Dilovanî ji bo şehîdan
Saxlemî bo birîndaran
Azadî ji bo Girtiyan
bijî Sûriya û bijî miletê wê azad
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
29.Gulanê.2016