Çalkalvan Ferhan Mihemed ji malpera me re ragihand ku vê salê zeviyên çandiniyê li bajarê Kobanê ji ber kêmbûna baranan tuneye tevlî ku xelkên vegeryayî ceh û genim çandibûn û vê jî barê welatiyan giran tir kir.
Mihemed bal kişand ser têkçûna nirxê Lîreya Sûrî hember nirxê diravên biyanî û buhabûna pêdiviyên jiyanê rewşeke herî xirab derxiste holê.
Her wiha Mihemed Got:” Piştî ku Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) herêmên kurdî li Sûryê kontrol kirin aloziyên jiyanê bêtir bûn.
Mihemed diyar kir ku ta niha derdora 800 hezar kes ji herêmên kurdî koçber bûne ji ber siyasetên çewt û neberpirsyar yên rêveberiya PYD û pêkanîna ejindeyên teng hişt hirêmên Kurdî werin dorpêçkirin, û xelk di jiyaneke dijwar de bijîn.
Jêder: Hevbendî