Duh şemiyê 28 gulanê di demjimêrên êvarê de çekdarên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD êrîşî mala Enwer Naso , Mihsin Xelef ,Ridwan Hemo û Ebdul-îlah Ûcê, û tev endamên Partiya Yekîtî ya Kurd in, ew girtin bê ku sedeman ji malbatên wan re bibêjin, û kompiyûterên wan birin, her wiha malên cîranên wan bişkinîn kirin li gor ragihandina peyamnêrê me li Amûdê.
Li ser van kiryarên PYD Yûnis Es`ed serokê xwecihiyê ji mere got ku ”ev gav cihê hêrzçêkirinê ne,û li dijî xelkên bajarê me û dijî mafê mirovan in”
Sebaret helwesta xwecihiyê Es`ed nîşan da ku ewê di kar û têkoşîna xwe de berdewam bin bi rengekî normal ”emê li her deverê bin û di nav milet de bin û ev kiryar ji xebata me kêm nakin û me natirsênin .. bi van girtinan em ser bilind in ji ber ku ev nîşana rastiya me ye û li dijî van kiryaran emê bi rengekî aştiyane bisekinin”.
Jêder: Hevbendî