Heryek ji Komeleya Can û Komeleya Rojava ya xêrxwazî, û bi çavdêriya Nivîsîngeha ENKS’ê li Stembolê, helkefta yazedehemîn salvegera şehîdkirina Şêx Mihemed Me’şûq Xiznewî vejandin.
Di wê ahengê de vegotara ENKS’ê ji aliyê endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Fûad Elîko hat pêşkêşkirin, têde ronî da ser aliyên herî giring yên xebata Şêxê şehîdan, ku di demekê kurt de karîbû pirekê di navbera tevgera kurdî û kesên oldar de ava bike.
Herwiha gotara partiya PDK-S’ê, ji aliyê Fêsel Naso ve hat pêşkêşkirin, di peyva xwe de amaje bi wêrekî û xweşmêriya şêxê şehîdan kir, berivajî kesayetiyên oldar ên din yên ku bêhtir nêzîkî rêjîmê bûn.
Ji aliyê Hewas Xelîl endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî, peyva Tevgera çaksazî hat pêşkêşkirin, têde bal kişand li ser hewlên rêjîmê ji bona çêkirina nakokiyan di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de, bi rêka heman ola ku Şêx Me’şûq yek ji şêxên wê bû.
Hêjayî gotinê ye, ku Şêx Me’şûq di roja 10/05/2005 an de ji aliyê hewalgeriya Sûriyê ve hat revandin û hat eşkencekirin û kuştin, û ew li bajarê Dêrazorê binax kirin, û di roja 1/6/2005 an kuştina wî ragihandin, ji bona peydakirina şerekî netewî di navbera kurd û ereban de.
Jêder: Hevbendî