Daxuyaniyek Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, daxwazê ji serkirdayetiya Hevpeymaniya Navdewletî dike ku bi cidiyet danûstandinê bi tevaya pêkhateyên artêşa azad re bike, yên ku amadebûna xwe radighînin ji bo beşdarbûna di rizgarkirina bajarê Reqayê û rûberûbûna rêxistina “DAIŞê ” de, û dixwazin piştgiriya wan bi çekan û sîwana asîmanî ya lazim bibe .
Pirçekirina artêşa azad ya Sûrî mercekî ku tu berdêl jêre tuneye ji bo parastina sivîlan ji terora rêjîma Esed, û rûberûbûna DAIŞê, û şikandina terora wê, û rizgarkirina navçeyên di bin kontirola wan de, û bikarînkirina sivîlan ji bo rêvebirin û xizmetkirina wan ji bo vegerandina jiyana sivîl li wan navçeyan.
Hevbendî tekeziyê dike ku çi hêzek xwecihî yan derekî hewla derfetgirtina duruşma dijîtiya terorê dike. ji bo cîbecîkirina armancin taybet yên ne ji bo cîbecîkirina hêvî û daxwazên gelê Sûriyê û rizgarkirina wî ji Rêjîma sitemkar û hêzên terrorist ên tundrew û vegerandina mafên gelê Sûriyê, ew tên dîtin wek pirojeyekî dagêrkirinê yê nû ji bo şikandina viyana Sûriyan.
Û ji lewra ew hişyariyê dide derbarê berdewamiya şêweyê karê niha, yê ku tenê piştgiriya kartêker dide aliyekî tenê, yê girêdayî bi rêjîma Esed a terrorist û hevpeymanên wê ve, û tewan der mafê Sûriyan kirine, û raporên navdewletî yên bêlayen pê derketine , tê de tekez dikin ku wî Kiryarin kirine ku digihêjin asata tewanên cengê.
Û hevbendî hişyariyê dide der barê çêbûna tewanin zêdetir, ji ber ku operasyonên Hevpeymaniyê tên bikaranîn ji bo cîbecîkirina aemancinan ku dikevin bercewendiya taybet ya milîtanên PYD, û ev armanc nakok in bi tiştên ku Sûriyan bi tevayî li ser rer kirine.
Ji Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka tê xwestin,ku garantiyên diyar bide û di riya wan re bi şêweyek rastyeqîne vegera derbideran ji bo gund û bajarên wan hebe, û bikarînkirina wan ji bo birêvebirina karûbarên xwe, di riya encumanên rêvebiriya xwecihî re, yên ku ji aliyê wan de hatine helbijartin, bêyî ti destêwerdana leşkerî an jî ewlekarî ji çi aliyekî.
û her weha Hevbendî daxwaza garantiyan dike der barê çênekirina guhertinên demografî, û kar bibe ji bo dabînkirina parastin û xizmetguzariyên sereke yên tên xwestin ji penaber û derbideran re ji bo vegerin deverên xwe di nêzîktirîn dem de, û divê tekezî bê kirin ku wê ti ferzkirina hebûnek leşkerî yan jî ewlekarî li ser deverên tên rizgarkirin tune be, ji bilî ya xelkên wan deveran bi xwe û Polîsên Azad.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
29 gulana 2016