Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, doh yekşemê, karê Kargêriya Nirxandinê ya” Riyên Şoreşê Û Encamên Wan”, rewşa şoreşa sûriyê û astengiyên li pêşiya wê di sala wê ya pêncan de gengeşe kir, di dema ku destêwerdanên derekî di warê leşkerî û siyasî tê de dibin, û hewil didin ku şoreşa gelê Sûriyê ya ji bo azadî û rûmetê û dadiyê beravêtî bikin.
Wê Kargêriyê ya ku girûpek bijarte ji ramangîr û lêkolîner û pisporên Sûrî û Ereb têde hebûn, tekez kir ku divê şoreş biryara xwe ya niştimanî ya serbixwe ya ku nûnerîtiya viyana azad a gelê Sûriyê dike bidest xwe ve bîne, da ku karibe hemî astengiyan hilîne, di riya avakirina navenda siyaseta sûrî ya serbixwe.
Û daxuyaniya dûmahiyê bi hejmarek ji rasparteyan derket, piştî gengeşekirina berfireh ji 15 pelan re , yên di civînekê de bi serpereştiya mamosta Ebdilwehab Bedirxan bû, hatibûn pêşkêşkirin.
Û wan rasparteyan bi xurtî tekezî li ser giringiya veguhertina Hevbendiyê bo bibe dezgeheke niştimanî ya kartêker, di riya berhevkirina tîmekî kar ê taybetmend ku pisporên siyasî û yên rêvebirinê û yên karên niştimanperwerî têde hebin, ji bo pêşkêşkirina rênimayinan ku armanca wan pêşxistin û avakirina Hevbendiyê û sîstema wê ya navxweyî be, û çêkirina guherînên bingehîn di şêweyên karê wê de, û dagirtina valahiya di nav wê û pêkhateyên gelê sûriyê û hêzên şoreşê de.
Her weha tekezî li ser giringiya hazirkirina nêrîna niştimanî ji bo çareseriyê li Sûriyê kir, ya ku li ser bingeha lihevkirinên niştimanî ava dibe, ya ku hemî pêkhateyên siyasî û civakî têde beşdar bin.
Û rasparteyan bal kişandin ser giringiya girêbesteke niştimanî Sûrî ji bo bibe bingeha destûra sûriya pêşerojê, û lidarxistina kongirekî niştimanî Sûrî ji bo biryarên dema bê bide, tevlî nerîna niştimanî û girêbesta niştimanî.
Û beşdaran pêşinyar kirin ku 4 toreyên kar çêbibin ji bo bicîkirina wan rasparteyan, ew jî toreya Siyasî û ya Civakî û ya Aborî û ya Leşkeî ne, yên ku taybetmendên ji hundur û derveyî Hevbendiyê di nava xwe hildigire, ji bo amadekirina kaxezên tên xwestin di demek kurt de.
Û serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Elebda di daniştina dûmahî de ji yên Kageriyê beşdar bû, û li kurtasiya encamên du rojên bûrî û belgenameya dumahiyê guhdarî kir, û soz da ku kar ji bo bicîkirina tiştên di rasparteyan de hatina bike.
Jêder: Hevbendî