Duhî roja yekşemê, 17 sivîl hatin şehîdkirin û zêdetir ji 45 sivîlan hatin birîndarkirin, di du komelkujiyên firokên Rûsiya de li ser bazargeheke gelêrî li bajarokê Til eldeman li gundewarê Helebê, û herwiha ji encama bombebarankirina taxa Elwe’ir ya dorpêçkirî li Himusê, ji aliyê hêzên Esed bi mûşekên giran.
Û firokên Rûsiya duhî bazargeha gelêrî li bajarokê Til Eldeman li gundewarê başûrê helebê bi bombeyên deng bombebaran kir, û têde 10 sivîl hatin şehîdkirin û 20ên din hatin birîndarkirin, û herwiha ziyanên mezin li dikan û cihên bazirganî çêbûn, û li aliyek din heryek ji bajarên Endan û Hirêtan û Kefrhemra û bajarokên Ma’haret Ertîq û Heyan û Qebr Englîz û Til misêbîn û Asiya û Ellêremûn li bakurê Helebê bi firokan hatin bombebarankirin.
Li aliyek dîtir, hilîkopterên rêjîma Esed 25 taxên helebê bi bermîlên teqîner bombebaran kirin, û bû sedema şehîdbûn û birîndarbûna bi dehên sivîlan, û çêbûna wêrankariyeke mezin di jêrxana bingehîn.
Û îro jî hilîkopterên rêjîma Esed bi zêdetir ji 12 bermîlên teqîner gundewarê bakurê Helebê bombebaran kirin, ku her ji sibehê ve navçeya Elmelah û gundê Til Misêbîn û bajarê Hirêtan bi bermîlên teqîner tên bombebarankirin, hevdem digel rûbirûbûna tabûrên şoreşgeran li dijî hewlên derbasbûna çeteyên rêxistina DAÎŞ’ê ya terorîst li ser çend teweran bo nav bajarê Mar’ih Ku pêleka koçberiyê ya mezin niha li gundewarê bakurê helebê ber bi bajarê Îzazê ve diçe, bi sedema bombebarankirina firokên Rûsiya û yên rêjîma Esed û êrîşên rêxistina DAÎŞ’ê ya terorîst.
Û duhî êvarî, hêzên Esed taxa Ewle’r ya dorpêçkirî li Himusê bi heşt mûşekên zemîn zemîn û bi dehan rûkêtên topxane û bermîlên teqîner bombebaran kir, ku têde 7 sivîl hatin kuştin û di nav wan de 3 zarok û jinek hebûn, û birîndarbûna 25 sivîlên din û du karmendên bergiriya sivîl bi sedema armanckirina wan bi mûşekekê ji aliyê hêzên Esed dema bi rakirina birîndaran dirabûn.
Têzanîn ku hêzên rêjîma Esed ji sê salan ve nahêlin kelupelên xwarinê û derman derbas bibin bo zêdetir ji 100 hezar xelkê dorpêçkirî re li taxa Ewle’r, tevî hebûna rêkeftinekê bi çavdêriya NY her ji befranbara 2015an ve, ku tekest dike bi derbaskirina alîkariyên xwarinê û yên pizîşkî bo xelkê taxa navborî.
Jêder: Hevbendî