Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, daxwaz ji serkirdayetiya Hevpeymaniya Navdewletî kir ku bi cidiyet danûstandinê bi tevaya pêkhateyên artêşa azad re bike, yên ku amadebûna xwe radighînin ji bo beşdarbûna di rizgarkirina bajarê Reqayê û rûberûbûna rêxistina “DAIŞê ” de, û dixwazin piştgiriya wan bi çekan û sîwana asîmanî ya lazim bibe .
Û hevbendiyê di daxuyaniyeke xwe ya doh bi şev de derketibû dît ku”çi hêzek xwecihî yan derekî hewla derfetgirtina duruşma dijîtiya terorê dike. ji bo cîbecîkirina armancin taybet in, û ne ji bo cîbecîkirina hêvî û daxwazên gelê Sûriyê ne “, û hişyarî da der barê berdewamiya şêweyê karê niha, yê ku tenê piştgiriya kartêker dide aliyekî tenê, yê girêdayî bi rêjîma Esed a terrorist û hevpeymanên wê ve, û tewan der mafê Sûriyan kirine, û raporên navdewletî yên bêlayen pê derketine , tê de tekez dikin ku wî Kiryarin kirine ku digihêjin asata tewanên cengê.
Û hevbendiyê hişyarî da der barê çêbûna tewanin zêdetir, ji ber ku operasyonên Hevpeymaniyê tên bikaranîn ji bo cîbecîkirina armancinan ku dikevin bercewendiya taybet ya milîtanên PYD, û ev armanc nakok in bi tiştên ku Sûriyan bi tevayî li ser erê kirine.
Û Hevbendiyê daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka kir,ku garantiyên diyar bide û di riya wan re bi şêweyek rastyeqîne vegera derbideran ji bo gund û bajarên wan hebe, û bikarînkirina wan ji bo birêvebirina karûbarên xwe, di riya encumanên rêvebiriya xwecihî re, yên ku ji aliyê wan de hatine helbijartin, bêyî ti destêwerdana leşkerî an jî ewlekarî ji çi aliyekî.
Û her weha Hevbendiyê daxwaza garantiyan kir der barê çênekirina guhertinên demografî, û kar bibe ji bo dabînkirina parastin û xizmetguzariyên sereke yên tên xwestin ji penaber û derbideran re ji bo vegerin deverên xwe di nêzîktirîn dem de, û divê tekezî bê kirin ku wê ti ferzkirina hebûnek leşkerî yan jî ewlekarî li ser deverên tên rizgarkirin tune be, ji bilî ya xelkên wan deveran bi xwe û Polîsên Azad.
Û hevbendiyê tekez kir ku pirçekirina artêşa azad ya Sûrî mercekî ku tu berdêl jêre tuneye ji bo parastina sivîlan ji terora rêjîma Esed, û rûberûbûna DAIŞê, û şikandina terora wê, û rizgarkirina navçeyên di bin kontirola wan de, û bikarînkirina sivîlan ji bo rêvebirin û xizmetkirina wan ji bo vegerandina jiyana sivîl li wan navçeyan.
Jêder : Hevbendî