Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilehed Istêfo tekez kir ko gera danûstandinên Cinêvê ya dahatî dê li ser veguhêza siyasî li gora biryarên navdewletî yên bi rewşa Sûriyê têkildar gotûbêj bike.
Istêfo di daxuyaniyeke taybet de îrob sêşembê got: “pêşekî nuha kar ji bo pêkanîna istiratîciyeke danûstandinan ko ber bi veguhêza siyasî ve bide, ya ko danûstandin dê li ser wê bibin”, hêvî ji hemû hêzên opozisyonê kir ko bizava xwe bikin yek tako gera danûstandinên dahatî biser bikeve, da derdê miletê Sûrî bidawî bibe û mercên veguhêza siyasî pêkbên û rêjîmeke siyasî ko mafê hemû hevwelatiyên Sûrî dabîn bike.
Cîgirê serokê Hevbendiyê daxwaz civaka navdewletî kir ko bi erkên xwe rabe û ji bo danpêdana cîbicîkirina biryarên navdewletî yên bi rewşa Sûriyê ve girêdayî ne kar bike. Istêfo dibîne ko danûstandinên Cinêva 4 berdewamiya gerên berê ye, hêvî dike ko daxwazên miletê Sûrî pêkbîne.
Jêder: Ofêsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî