Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulehed Istêfo, rapora karê xwe li pêşiya Desteya Giştî di civîna wê ya 65an de pêşkêş kir, û behsa karê Ofîsa Têkliyên Derve kir, û hevdîtin û kar û çalakiyên ku di herdû heyvên bûrî de pêk anîne, berçav kirin.
Û Istêfo çalakî û karên ku ji aliyê Ofîsê ve hatine encamdan berçav kirin, û li ser hevdîtinên dîplomatîk yên ku ji aliyê Ofîsa Têkiliyên Derve ve li gel nûneratî û wezaretên derve yên dewletên dost û birayên gelê Sûriyê hatine lidarxistin ji bo kartêkerkirina piroseya siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî pirsa Sûriyê, û di serî de daxwiyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254 axivî.
Û Istêfo tekezî li ser pêwîstiya bizavên zêdetir bo xurtkirina Têkliyan bi dewletên dost û birayên gelê Sûriyê re, her weha li ser xebata ji bo kartêkerkirina girûpa kar ya navdewletî ya piştgir ji şoreşa Sûriyê re ji bo gihiştina veguhestineke siyasî ya tam li Sûriyê, kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî