Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilehed Istêfo, tekez kir ku doseya Sûrî careke din vedigere ser maseya civaka navdewletî, û bal kişand ser ku heyva gulana bûrî hejmarek ji çalakiyan li ser doza Sûriyê li dar ketin, çi li ser asta Netewên Yekbûyî bin, an di warê pirosesa siyasî û bikaranîna çekên kîmawî ji hêla rijêmê ve be, an ji aliyê mirovahî ve be.
Ev daxwiyanî di peyva Istêfo di rûniştina gengeşeyî yaku Komîteya Partî û Fraksyonên Siyasî di Hevbendiya Niştimabnî de derbarê encamên pirosesa siyasî û guhartinên di Hevbendiya Niştimanî de li dar ketiye de hat, yaku nûnerên partî û fraksyon û komeleyên Sûrî yên niştimanî têde beşdarî kirine.
Û Istêfo diyar kir ku pirosesa siyasî ya ji bo pêkanîna veguhastina siyasî li welêt ya di sala 2014an de dest pê kiriye, niha rawestyaye, û ketiya korerêyekê ji ber gelek sedeman, û di serî de desttêwerdana Rûsiya, û ranebûna civaka navdewletî bi standina rêşûnên cidî ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî.
Û li ser pirsgirêka pêşniyara Şanderê Navdewletî Geir Pederson ya “Gav bi Gavê” û helwesta Hevbebndiyê ya eşkere jê axivî, û got ku ev pêşniyar hê jî ne zelal e.
Û Istêfo diyar kir ku hin xal hene ku li gel civaka navdewletî li ser wan hatiye lihevkirin, wek doseya lêpirsîn û sizayan û ya serbestberdana girtiyan û diyarkirina çarenûsa binçavkiriyên kotekî.
Û tekez kir ku doseya sizayan dijî rijêma Esed dê berdewam be, û ti lêborîn derbarê sizayên li ser sembolên rêjîma Esed û yên ku bi wê re didin û distînin tune be, û ev alîkar e ji bo rawestandina çi hewildanên normalkirina têkliyan li gel rijêma Esed.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî