Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku aktîvkirina Çareseriya Siyasî û amadekirina seqayekî guncayî ji bona pêşvebirina pirosêsa siyasî destpê bike, bê rawestandina kuştinê bi yekcarî û bi awayekî bineretî û qedexekirina tawankariya rêjîmê ya berdewam bi armanckirina sivîlan û armanckirina bermayên binyatên jiyana bajêrvanî di Sûriya de.
Hevbendiyê bal kişand li ser ku Berdewambûna siyaseta hovane ya rêjîma Esed, hevdem ligel bêkêriya Civaka Navdewletî di standina rêşûn û rêkarên kara û vebir bo rêgirtina li vê tawankariyê û parastina sivîlan, bi xwe bêdengî ye li ser terora dewletê, û bizavên çareseriya siyasî lawaz û beravêtî dike.
Têzanîn ku duhî firokên cengî yên rêjîmê bi bêhtir ji êrîşeke esmanî rabûn li ser bajarê Heresta li gundewarê Şamê, hevdem bû ligel gulebarankirineke dijwar bi top û hawinan û kombûna çeteyan ji bona êrîşkirina bajêr , 12 kes şehîd ketin di nav wan de 5 kadiroyên Encûmena Xwecihî û bergiriya sivîl bûn, û tevî birîndarbûna bi dehên kesan û wêrankirina gelek xaniyên welatiyan û wêrankirina avahiya bergiriya sivîl.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir ku rêjîma Esed armanc û niyazên xwe eşkere dike bi belavekirina gelemşe û tevlîheviyê ji bona rê bête xweşkirin li pêş rêxistinên terorîst bi rêka armanckirina her karekî ji karên hêzên Şoreş û opozisyona Sûrî yên ji bona vegerandina jiyana bajarvaniyê û rêxistina karê navçeyên rizgarkirî.
Jêder:Hevbendî