Sibeha îro çarşembê rûniştinên kongirê Riyad yê aliyên opozesyona Sûrî dest pê kirin, ji bo gotûbêjkirina belgenameyeke hevbeş der barê paşeroja sûriyê.
Wezîrê karê derve yê Erebistana Si’ûdî Xalid Elcubeyr gotara destpêkirina kongir pêşkêş kir, û hêvî kir ku karê beşdarên kongir bi ser bikeve.
Paş re karên rûniştina yekem dest pê bû, tê de neguhêrên niştimanî yên desthilat ji bo dîtina çareyek siyasî hatin gotûbêjkirin, di pey re, di lîsteya karê kongir de, gotûbêjkirina nêrîna opozesyona sûrî ji çareya siyasî re tê, her weha lêvegera operasyona gotûbêjan û mîkanîzmên wê û çarçoveya dema wê ,û roja yekem ji kongir bi destnîşankirina demek diyar ji qonaxa veguhêz re û karê pê tê spartin û siyaset û saziyên wê, wê bidawî were.
Di roja duyem ya dawî de wê civat rola dewletên cîhanê di paşeroja Sûriyê de gotûbêj bike, û paşre wê belgenameya dûmahiyê bê hûrbînkirin ji bo biryarpêdanê.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê ji xuyatirîn beşdarên kongir e, û bi hemî hêza xwe hewla serxistina wî dide; ji bo komkirina hemî aliyên opozesyona Sûrî bi yek belgenameya li ser bingeha daxuyaniya Cinêv û biryarên Encumena Ewlekariyê.
Jêder: Hevbendî