Îro, roja Şemiyê karê xula normal a 35emîn ya civînên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê dest pê kir, û helwest ji pêşhatên siyasî û meydanî di ecindeya karê wan de ye.
Biryar e kesê amade encamên raporta ku roja Çarşemê 6ê Îlonê ji aliyê komîteyeke serbixwe bi ser Neteweyên Yekbûyî ve hatibû derkirin û têde berpirsyaretiya rejîma Esed derbarê encamdana 27 êrîşên kîmawî dijî sivîlan tekez kiribû gengeşe bikin.
Endamê Desteya Siyasî Uqab Yihya tekez kir ku ew gavek giring e ji bo pêkanîna dadweriyê û sizakirina Beşar Esed û kesên li derdora wî di desthilatê de yên ku destê wan di rijandina xwînê de heye.
Herwiha daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir ku madeya 21 ji biryara 2118 cîbicî bike, ya ku tedbîrên pêwîst werdigre li gor beşê heftan heger hat û çekên kîmawî li Sûriyê hatin bikaranîn.
Ji aliyê xwe ve Endamê Desteya Giştî Dr. Mihemed Dixêm matmayîna xwe anî ziman derbarê rijdbûna şanderê Navdewletî bo Sûriyê Dî Mîstora li ser lêdwanên xwe yên dûrî rastiyê ku ew lêdwan riswakirinek ji qurbaniyên rejîma sitemkar re ye, û destnîşan kir ku berdewamiya wî bi vê siyasetê, setemkar û qurbaniyan piştguh dike.
Û tekez kir ku ti kes nikare ji cîbcîkirina biryarên navdewletî yên ku tekeziyê li ser veguhestina siyasê ya temam li Sûriyê dikin bireve, û ev yek temam nabe bêyî çûna Esed ji ser desthilatê.
Jêder:Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî