Îro roja sêşemê, “karwanê wijdanê” ji bajarê Stembolê yê Tirkiyê ber bi sînorê Sûroyê birêket, ku ji aliyê çend saziyên civaka sivîl yên Tirkiyê hatiye pêkanîn ji bo piştgiriya jinên zindankirî yên di girtîgehên Esed de.
Karwan bi beşdariya ji bihezaran jinên 55 dewletên ciyawaz pêktê, ji wan 200 jin ji bajarê “Srebrenica” yê Bosna ne, tevlî bi dehan jin û dayîkên şehîdan, ku wê karwan di gelek bajaran re derbas bibe berî bigihe sînorê Tirkiyê – Sûriyê li 8’ê adarê, berwarî roja cîhanî ya jinan, ku wê kampaniya bi kongirekî rojnamevanî li nêzîk sînor bi dawî bibe.
Herwiha îro li danê sibê, hejmarek ji endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tevlî kampaniyê bûn, û Selwa Eksoyî cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî daxwaza piştgiriya hilmetê ji sazayên navdewletî kir heta bidestanîna armanca kampaniyê ya ji bo azadkirina jinên Sûrî yên zîndankirî di girtîgehên rijêma Esed de, û eşkerekirina riftar û kiryarên hovane yên di derheqa wan de.
Herwiha cext kir ku îro destpêşxeriyê bi beşdariya jinên tevaya cîhanê ji bo hawarhatina bi hezaran jinên zîndankirî yên di girtîgehên Esed de destpêkiriye.
Ji aliyê xwe ve, Goldin Sonmaz, cîgira serokê “bizava mafên mirov û dadperweriyê” di kongirekê rojnamevanî ji berî heftiyekê gotibû ku 13581 jinên Sûrî rûbirû girtin ûlêdan û destdirêjiya siksî û riftarên xirab hatine, û niha 6736 ji wan 417 keç di girtîgehan de ne û rastî derdeseriyên rasteqîn dibin.
Tekez kir ku ev kiryar bi “tawanên şer û dijmirov ligor yasa nzvdewletî tên li qelem dan û daxwaz ji cîhanê bi tevayî kir ji bo kar bikin ji bo standina rêşûnên pêwîst bo serbestberdana jinên Sûrî yên zîndankirî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî