Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Mîşêl Kêlo, tekez kir ko Xweragiriya Şoreşgeran û Xelkên Helebê li taxên Helebê yên rojhilat yên dorpêçkirî, dê bandoreke wê ya xuyanî li ser şêweyê Sûriya paşerojê hebe, û ji hemû hêzên şoreşê doz kir ko bi yek bin û piştgiriya şoreşgeran bikin.
Kîlo di daxuyaniyeke taybet de îro got: “aramiya ko Rûsya li Helebê di çend rojên derbasbûyî de kir, ne comerdiyeke sincî ye, lê belê encama hêza şoreşgeran e li aniyên şer ” bêtir got ko “Heleb li pêşberî du riyan ne, û hêzên Rûsî nikarin Helebê bi tekûzî kontrol bikin û li rêjîmê vegerînin”.
Serpereştê Sûrî yê Opozisyonê bal kêşand ser ko Rûsya daye ser rêka agirbestan û peyman çêkirine bi amanca ziyanên madî û mirovî yên nû nebîne, û destnîşan kir ko ew di heman dema daxwazên gelê Rûsî de ne ji bo rawestandina operasiyonên leşkerî yên ko artêşa Rûsî li dijî şoreşgeran dike, yên ko xwînrêjiyê li Sûriyê berdewam dikin.
Di çaxê ko Artêşa Sûrî ya azad şerê xwe yê “Dastana Helebê Ya Mezin” berdewam dike, yê ji bo rakirina dorpêçê ji ser taxên Helebê yên rojhilat û rizgarkirina taxên rojava ji desthilata rêjîmê. Û Artêşa Sûrî ya Azad kariye çend cihan li hindirê taxên Heleba Nû û pirojeyê 3000 şiqe kontrol bike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî