Razgirê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Nesr Elherîrî kêmkirina Neteweên Hevgiirtî ji alîkariyên mirovahî re yên bi taybet ji Sûriyayn re ne bi asta 40% şermezar kir, û ev kirdar ne cîwarî û ne guncaw e bi pêdiviyên cîwariyê mirovahî yê boblatî ku Sûrî ji 3 salan ve rûbirû pê re ne ji ber hovaneya çekdar ku rejîma Esed hewl dide di riya wê re zordariyê li vîna gelêrî bike.
Herîrî dema stendina vê biryarê bi” Serpê” binav kir” Ji ber guherînên cuda ku li Sûrî çêdibin di ber çav re nebir. Û ne mentiqî ye ku dema cîhan sedên milyaran dixe bin xizmeta şerê tirorê de, di heman demê de alîkariyên mirovahî ku pêwistin ji ziyandaran re û yek ji giringtirîn gavên tektîkî û pêwist ku nabe di vê qonaxê de paşguh bibe kêm bike. Ez ê zêde nabêjim eger ez bêjim kêmkirina alîkariyên mirovahî ji kesên ku li çola nenuxumandî ne gaveke vajî istiratîjiya navdewletî ye ya ku di şerê tirorê de tê şopandin, ji ber ku ew bi awayekî ji awayan seqayekî guncaw bo çêkirina tundî û tirorê di nav mişext, penaber, û koçberan de çêdike. Bi kurtî kêmkirina alîkariyan kirdarek neberpirs e û wê boblateke mirovahî çêbike, lewra divê ev biryar serast bibe û careke dî nerîn tê de bê kirin, herweha divê rêxistinên navdewletî di birûbûna van têkçûyên civakî û siyasî ku dever tê de dijî berpirstir bin, ji nedanûstendina bi berpirsyarî bi vê deverê re dibe ku siya bi nerînî di demek nêzîk de biavêje ser hemû dewletên cîhanê , ji ber ne mentiq e ku gotina cîhan tev de li ser piştgiriya karê çekdar de bibe yek, û bêçar li pêş bixwarikirina zarokekî birçî, yan pêşkêşkirina cihekî aram ji şêxekî windayî re yan jineke bêxwedî re raweste”.
Daxuyaniya Elherîrî piştî netewên hevgirtî dest bi kêmkirina alîkariyên xwarinê li Sûryayê bi asta 40% ji ber pirsgirêkin darayî li gor gotina wê. Birêvebira alîkar bo bernameyê xwarina cîhanî Elîzabêt Rasmosn îro ji ajansa Frans Press re ragihand: ” Me vê mehê dest bi kêmkirina xwarinê kir, û bernamey xwarnê ya cîhanî wê belavkirin alîkariyên mirovahî li ser heman hejmarê ji kesan berdewam be, lê wê tibab jî ji ber sponseriya kêm kêm bibe”
Jêder: Hevbendî