Desteya Niştimanî ya Karûbarên Girtî û Windayan raporek teybet li ser şêweyên dadgehkirin û girtina sûriyan li Libnanê û binpêkirinên dijî girtîyên sûrî di zîndana Romiyê de dibin derxist.
Û Desteyê rapora xwe li hola Kolîja Mafan ya Zanîngeha Heleba Azad li gundewarê Helebê ragihand, di riya rûniştineke gengeşiyê re yaku têde Serokê Desteya Niştimanî ya Sûrî bo Karûbarê Girtî û windayan, Yasir Elferhan, daxwiyanî diyar kiriye, bi beşdariya Serokê Zanîngeha Helebê D. Yasîn Xelîfê û Serhengê Kolîja Mafnasiyê Ebdulqadir Elşêx, û bi amadebûna hejmareke mezin ji mamoste û xwendekaran.
Û raporê şiroveyek li ser belavbûna berfireh ya bêtara korona di zîndana Romyê de pêşkêş kir, û bal kişand ser pêwîstiya lidûvçûna ketwarê Sûriyên di zîndanên Libnanê de, û got ku qebareya binpêkirina mafên mirovan yên berdewam û rêbazkirî dermafê girtiyan di dema anîna wan bo cihên lêpirsîn û dadgehkirin û girtinê diyar bibe.
Û raporê tekez kir ku li gor di dîdevaniya hin girtiyên Sûrî de hatiye, sûriyên girtî di dema girtinê de rastî îşkenceyên govdeyî û derûnî tên, wek lêdan, elektirîkkirina laşan, xistina seriyan di nav avê de ta ew kes nêzî xeniqînê dibe, û nehêlana razanê, û kuştina di bin îşkencê de, di hundir şaxên ewlekariyê yên Libnanî de.
Û raporê bikaranîna desthilatên Libnanî ji gefa girtina xwediyên girtiyan û gefa destdirêjiya ser jin an xwîşikên girtiyan li pêşiya çavên wan wek şêweyekî jibo dana agahiyan di bin gefê de di dema lêpirdînê de belge kiriye, û eşkere kir ku hin caran jinên girtiyan anîne zîndanê û destdirêjî li wan kirine.
Û raporê diyar kir ku malbatên girtiyên Sûrî bûne qurbanî, ji ber ku jin barê herî mezin yê debara jiyanê û dabînkirina pêdviyên jiyanê hildigrin, û zarok jî ji mafê fêrkirinê û guhdana bavên xwe di warê darayî û derûnî de û domandina hînbûnê de bê par dimînin, û got ku di dema wijdanê rayedarên Libnanî raza ye, dayîkên girtiyan êşa dûrbûna zarokên xwe dikşînin, ew jî dibe sedema çêbûna hin nexwaşiyên govdeyî û derûnî yên demdirêj, bêyî ku vedenga axîna wan bighêje cîhanê.
Û raporê bandora şêweyê avabûna saziyên dewleta Libnanî şirove kir, yên ku li gor dabeşkirina mezhebî ye di hin dadgehan de, û got ku bêhtirê dadweran di dadgehên leşkerî de di bin bandora Tevgera Emel û Hizbulla de dixebitin, û ev yek nerastbûna serbixwebûna wan diyar dike.
Û raporê hejmarek ji doseyan û gotinên dîdevanan taqî kirin, û dît ku serbixwabûna dadweran lewaz e û di hin dadgehên leşkerî de bi carekê re tune ye, û diyar kir ku tevî girtiyên Sûrî sivîl in jî wan vediguhêzin dadgehên leşkerî, û dadwer giringiyê nadin ku gotinên girtiyan di bin darê zorê de ji wan hatine wergirtin, û wan bi tuhmeta terorê dadgeh dikin, tevî ku ew ne terrorîst in, û kiryarên rijêma Esed dijî rikberên wî temam dikin.
Û raporê şêweyên girtinê bêyî destûra dadgehê û berdewamiya girtinê û pêkneanîna mercên dadweriya rewa eşkere kir, û tekez kir ku şêweyin girtinê hene bûne diyarde, û ew wek siyaseteke bi mebest e di danûstandina li gel Sûriyan li Libnanê bikar tê.
Û raporê bal kişand ser ku dadwer di hukmên xwe de rastiya ku girtin ne di rêşûnin yasayî re derbas dibin û agahiyên ji girtiyan di bin îşkencê de hatine wergirtin piştgh dikin, tevî ku yên tuhmetbar di gotinên xwe de vê yekê dibêjin, û tevî ku nîşanên îşkencê li ser govdê wan diyar in, lê ew ti lêkolînan di vê derbarê de venakin, ew jî dibe wek perdeyeke berdewam da yên binpêkirinan dikin di paş de werin veşartin, û bal kişand ser ku hejmarek ji dadweran rûmeta mirovahiya hin girtiyan erzan dikin.
Û rapor gihîşte encama ku dewleta Libnanî di ber binpêkirinên mezin derbarê mafên mirovan û tewanên li jor hatine nîşankirin de berpisyar e, û divê ew wek tewanên dijî mirovahiyê werin dîtin, û ji ber sedemên nijadperestî dermafê Sûriyan pêk tên, bi destê kesên wan kiryaran dikin û hevpişkên wan ên fermanan bicî tînin, û ji aliyê rayedarên leşkerî û yên sivîl ve.
Û raporê diyar kir ku serdarên leşkerî yên Libnanî di ber şopandina endamên di bin rêveberiya wan de yên fermanan bicî tînin berpirsyar in, û divê rêşûnên pêşdinde deynin daku nehêlin binpêkirin di dema karên wan de çêbibin, û divê lêpirsînên çalak û cezakirina rewa dermafê yên destsdirijiyan dikin bibin, û tekez kir ku serdarên sivîl jî di ber hin binpêkirinên di dema rêvebirina wan de dibin berpisyar in.
Û raporê di riya pîvana bûyeran li gor bendên Yasaya Navdewletî ya Mirovahî û Yasaya Navdewletî ya Mafên Mirovan û Zagona Navdewletî ya Penaberiyê, û destûr û qanûnên niştimanî li Libnanê re, destnîşan kir ku gelek serdarên siyasî û leşkerî li Komara Libnanê bi tevlîbûna binpêkirinên wek tawanan têne salxdan bûne, û dighên asta tewanên dijî mirovahiyê.
Di encamê de raporê gurzek rasparte arasteyî Hikûmeta Libnanê, Encûmena Mafên Mirovan, Komîsyon Karûbarê Penaberan, Encûmena Ewlekariyê û Civata Giştî û civaka navdewletî kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî