Kolîja Pizîşkî li Zanîngeha Heleba Azad, 2 laboratorên nû vekirin, hejmara laboratoran pê gihişte çaran, wek beşekî ji berfirehkirina kolîjê, piştî guhestina wê ji bajarê Kefir Texarîm a gundewarê Idlibê.
Û serokê desthilata Sûrî ya demikî ya berê û serokê kolîja pizîşkiya mirovan, Cewad Ebû Heteb, diyar kir ku dê di dema bê de laboretora pêncemîn jî vebe, herweha holek û pirtûkxaneyeke mezin, û destnîşan kir ku berfirehkirina rûberê kolîjê wek beşekî ji pilana ji bo sala bê hatiye danîn e, ji bo pêşwazîkirina hejmareke mezintir a xwendekaran.
Û bal kişand ku kolîj xwendekarên kolîja pizîşkî ya mirovan û yên kolîja dermansaziyê vedihewîne, ku hejmara xwendekaran gihişt 1065an ji xort û qîzan, û got ku ew bi şêweyekî berdewam rahênanê dikin, bi rêjeya 1400 katjimêrî di her werzeke xwendinê de, û belavbûna li ser 5 nexweşxaneyên derverên rizgarkî .
Herweha got ku prosesa rahênanê li gor pirogramekî diyar ê destnîşankirî dibe, di bin çavdêriyeke tekûz a mamoste û rahêneran, û diyar kir ku 57 mamoste û rahêner li kolîjê hene, û hejmara kadroyên rêvebirinê dighêje 11 kesan.
Jêder: Ofîsa Raguhandinê ya Hevbendiya Niştimanî