Duh, yekşemê, li baregeha Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê, Desteya Jinan a Sûrî komcivînek taybet derbarê rola jinên Sûriyê di bersivdana krîzên mirovî de li dar xist.
Di civînê de serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra, Cîgirê Serok Ebdulmecîd Berekat û endamên desteya siyasî Besma Mihemed û Cîhad Mar’î amade bûn.
Di komcivînê de hejmarek babetên girêdayî bi rola jinan di rewşa Sûriyê de û giringiya karê siyasî û rola wî di pêvajoya siyasî ya niha de hatin gotûbêjkirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî kurteyek li ser rewşa siyasî û asta bandora qeyranên herêmê li ser dosya Sûriyê û dosya alîkariyên mirovî pêşkêş kir, û bal kişand ser giringiya pêşketina kartên xwendinê, aborî û civakî li navçeyên rizgarkirî.
El-Behra li ser rola jinan di hemû waran de axivî, û destnîşan kir ku ew leşkerê nepenî yê ku li hember pirsgirêkan radiweste ye, û destnîşan kir ku jinan ked û berdêlên mezin di şoreşa Sûriyê de dan.
Serokê Hevbendiyê tekez kir ku divê jin cihê xwe yê şayist di civakê de bigire, û bal kişand ser kêmbûna tevlêbûna jinan di nav karê siyasî de, ji ber atmosfera neyînî ya ku siyasetmedar tê de dijîn, her weha ji ber bidûrxistina civakê ji jiyana çandî û siyasî ya demoqrasî di bibidehên salên bûrî de.
Di civînê de hin jinan pirsgirêk û zehmetiyên tên pêşiya xebata jinan, çi di karê siyasî û çi di nav rêxistinên civaka sivîl de, anîn ziman û hin nêrîn û pêşniyarên ku dikarin kar û nûnertiya jinan pêş bixin, pêşkêş kirin.
Ji aliyê xwe ve endamê desteya siyasî di Hevbendiya Niştimanî de Cîhad Mar’î got ku zehmetî li pêşiya beşdarbûna jinan di karê siyasî de hene, û Hevbendiya Niştimanî bi xurtî kar dike ji bo zêdekirina aktîvkirina rola jinan di saziyên cuda de.
Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya beşdarbûna jinan di Girûpên Kar de yên ku karê wan ji aliyê desteya siyasî ya Hevbendiyê ve tê hevrêzkirin, û têkiliyên wan bi rêxistin, partî û kesayetiyên şareza re hene, kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî