Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî êrîşa tiroristî ya ko Desteya Rewa ya Zanyarên Qlemûnê li bajarokê Irsalê amanc kir pirotesto kir. Encama teqînê du berpirsiyar di Desteyê de şehîd ketin û hinên din birîndar bûn.
Hevbendiyê berpirsiyariya tawankariyê xist stuyê Komekên tirorist yên nêzîkî Çeteyên Hizbullah û Rêjîma Esed. Û doz li desthilata Libnanê û ewlekariya wê kir ji bo vekolînê bikin û yên tawankar bigirin. Hem jî jidil penaberên Sûrî li ser xaka xwe biparêzin û zêdegaviyên ko di heqê wan de dibin birawestînin.
Desteya Zanyarên Sûrî li Libnanê doh şehîdbûna komek Zanyarên Desteyê ji nav wan serokê Nivîsgeha Desteyê Osman Mensûr û cîgirê wî Omer Elhelebî ragihand.
Tê zanîn ku Deste guhdanê bi babeta Kampan û alîkariya Penaberên Sûrî dike, hem jî navgîniyê ji bo berdana girtî û revandiyan dike.
Jêder: Hevbendî